GER NE AZAD BÎ
GER NE AZAD BÎ.
Ger ne azad bî bixwînî,
tu ne melayê rasteqînî.
Tu ola paqij dihermînî,
ji bo zulm ê bi kartînî.
Gotinên Xweda nabêjî,
tu vir û direwa dirrêjî.
Bi stemkarî me dikujî,
tu bi dirava hejar kujî.
We ol daye bi cîhanê,
ne melayê heqîqetê.
Li şûn galgal û weaza,
we dest daye zulmetê.
Tu bûye li gel zalima,
li dijberî mazlumetê.
Sonda bi navê Xweda,
wekî te naçin bihuştê.
Ew selaya tu dixwînî,
pir dûr e ji heqîqetê.
Ew ne ayetê Xwedaye,
ew jî bi emrê dewletê.
Dûrî netewek mezlumî,
tu melayê xwedî şaşî.
Sê gurê har me dikujin,
tu jî qertelê li ser laşî.
S Mêrdînî 02.10.2021
Yorumlar
Yorum Gönder