Kayıtlar

Nisan, 2021 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

KETIN KÊF Û SOHBETÊ

Resim
 KETIN KÊF Û          SOHBETÊ Ketin kêf û sohbetê Zore bîranîna ta'etê Nîne nimêj û îbadet  Dûrin ji rêya heqîqet  Îro sibehê mirina tetê Tê poşmanbî dematê Ew der gelkî pir zore Gundî û cîran bidore Tev digirîn hûre hûre Gora teng gelek kûre Marê reş liwir ciwanin Ser keçel bê wijdan in Jibo wan bûme êmlik Min bişûn û kef en bik Darbesta mi bi rê bikin Radestî gora min bikin   Hat dema j'min pirsan  Milyaket di dest polan Ez di nav kul û derdan Di dest van du firîştan Tune min kek û birane Çav li Rebbê rehmane S mêrdînî 01.05.20.

BI LEZ Û BI BEZÎ

Resim
BI LEZ Û BI BEZÎ Bi  lez û bi  bezî  Bi naz û dil bazî  Bawer kî bi nazî Tu tim dikî gazî Ji xwer meyzîne Ê şev û roja tîne Xweda yê jorîne  Tu  hay  jê  nîne  Bes e tu bi  beze Bi kîn û bi qereze Herî bê cil û berg B'qêrîn û gazgaze Dinya genî û fanî Ma qey tu nizanî  Te xwe li ser danî Tim û tim te dianî Di nefsê deranî Ev koşk ev xanî Te çêkirî tu zanî Tev li vir mêvanî  Serte qîr û girîne Ma qey tu nabîne Ev can pir şêrîne Bilez şehdê bîne Seyda mêrdînî 29//04//2020.

GOR TARÎ TE

Resim
GOR TARÎ YE Gor tarî ye pir tenge  Milyaket dike denge  Minkîr nekîr tên gorê Li tu kesî nakin sebrê Pirsê wan amadeye Bertîl li wira tuneye Çavê wan wek agire Tune li wir qet xatire  Yan bihuşt yan agire  Her duyan yek li wire  Defn xelas li goristanê Xelk çûn mame b'tenê Min fêhm kirî mala min Mar û dûpişk hat bamin Ser sînga min dimeşin Dil û hinavê min diêşin Ew roj, rojek pir germe Germ hatî ser serê me  Laş çûye maye çerme Min ji xwe kire şerme Poşmanbûm wê sehetê  Min gazî Rebbê izzet tê Ne sîberk germ hevîne  Zalim xwe tê de dibîne Kiryarê xwe tev dibîne J şaşîyê xwe xemgîne Bihuşt jibo wana nîne Dojeh dibê ji mir bîne Lawaz bûme wek hestî Ardû nema ye ez birçî Cîhê min gelek dijware Zalim hemûçk bê çare  Tev b'hewar û b'fîxane  Xelasî li cem xwedane S mêrdînî .... 29.04.20

NÛRA NUBÛWETTÊ

Resim
  NÛRA NUBÛWETTÊ TUYÎ Kes nakeve secadetê Nûra nubûwet tê tuyî Kêfa me bi navê tetê  Resûlê ummettê tuyî Li hejara bike şefqetê Roja heşr û qîyamettê Mehderî li erda ersatê Hebîbê ummettê tuyî Li ser rêya heqîqet tê Şev û roja bikin ta'etê Ji bona Rebbê izzettê Nebîyê ummettê tuyî Li ber dilê me pir şêrînî Tu muhammedil emînî Tim soza xwe b'cîh tînî  Serwerê ummettê tuyî Firîşte cibrîl emîn dibînî Kilamê qedîm jê digrînî Nîşan dikî, didî mizgînî Ekberê ummettê tuyî Ronak, çira ruh beranî Pê girtîyê mezlûmanî Her du dinya tu dizanî  Rêberê ummettê tuyî Jiber kirîye hemî Qur'an Mehderî jibo roja mîzan Tu hatî ji bo cin û însan Pêşkêşê ummettê tuyî Tebat û sebra dilê minî Bîst salê xwe nav emînî Piştdawiyê em te bibînî Pêşengê ummettê tuyî S mêrdînî 28.04.21

TEŞQELE YE

Resim
 TEŞQELE YE Ger civatek nezanbe Dijminê wan har dibe Zêde dikin zulmettê Gurê dev bixwîn dibe Dema dibe dest helat  Nezan jê nabin felat Kesên bê zar û nezan  Teşqeleye ji bo welat Civatên ku zanyar be  Dijmin lê peyde nabe Jîn xweş û geş dibe  Tu kes jê b'xeyd nabe Ne mindal û cerdevan  Ne qedexe ye ziman Kes nikare wan tineke  Ger bi zar û bi ziman S mêrdînî 27,04,21

JI BÎR NAKIM

Resim
JI BÎR NAKIM Welatek xweş û şêrîne Têda henin pirr xayîne Hin xwe firoş û genîne Jibîr nakim dîsa welat Dil dixwaze te bibîne Mecal nema çav tarîne Ez bi kesî re nakim kîne Jibîr nakim dîsa welat Dil bûye agirê hêtûnê Neçar ketim vê dîwanê Nav milê min tîr lêdanê  Jibîr nakim dîsa welat  Benda te me vê biharê  Laşê min bû wekî darê Lê hîn çavê min hişyarê Jibîr nakim dîsa welat Kavil kirin gund û ware Min tim qêrîn û heware Rondik j çav têne xware Jibîr nakim dîsa welat  Ketim derya bê binîye Min xwe dîte li serîye Derd û kul ma di talîye Jibîr nakim dîsa welat Ez şaîrê derdê xwe me Ne muhtacî bala weme Dilê min bi derd û xeme Jibîr nakim dîsa welat  Delal yarê ji te esmerê Li min nanêrî mîna berê  Çav bûye wek findû çirê Jibîr nakim dîsa welat  Hişêm li vir û rojavaye Li başûr û li kerbelaye Li rojhilat û çarçiraye Jibîr nakim dîsa welat Welat dilê min dernayê Evîn ji bo min qet nayê Laşê min bi keve tayê Jibîr nakim dîsa welat S Mêrdînî .... 26,04,19

EV QORONA

Resim
EV QORONA Rab in  ji xewa xeflettê Hemû kes çûn helaketê Gelo çawa xewa we tê Di'a bik bi Rebbê izzetê Şîyar bin em ji zilmetê Zalim  wer in hîdayetê Hev ra neç in helaketê Tobe bikin ji heqaretê Binêrin hûn li wan çîna Dixwin ew marû cirdona Bûye nexweşîya qorona Derman tine l'xestexana Qorona êşek pir girane Belav bûye l'her derane Li rojhilat û li rojavane Li bakûr û li başûrane Sala du hezar û bîstane Gelek feqîr bû perîşane Dîrok e wî dike beyane Bûye çîrok û bû destane Ev qorona bûye beyan Xuya nabe li ber çavan  Kesek nedîtî ye derman Bê hedar in pirr ê însan  Çare serî ji bo me eve  Em pir nerin li rex heve Desmal bidin liser deve Ji civatan em dûr keve  Neçin dest û rûyê heve  Ji sûk û kolana bireve  L' mala xwe derne keve  Ji bo me hewce yî eve  Li malê ji xwe re rûnê  Kî rehmetkê nere şûnê Jibo em nebin wek çînê Em di'a bikin bi Qur'anê Ew xwarina seg û kosî Bûye nexweşîya vîrûsî Belav bûye li nav rûsî Jibo wan tune star û sî Ev bêtara li me cana Şîya

EM MÊVANIN

Resim
EM MÊVANIN Lo celado ka, were bêje Vê nexweşîyê tekir gêje Mal û milk jibo te çibêje Li vê dinyê em mêvanin Tu çend sala li dinyê bî Nav zêr û zîva tu xenêbî Tê rojek mêvanê gorêbî Li vê dinyê em mêvanin Ger tu sed salî temamkî Çiqas baş bî û tu bi şakî Tê rojekê mirinê tehmkî Li vê dinyê em mêvanin Ger te hebe koşk û xanî Tuyê rojek herî bibî fanî  Te têxin bin gorek tarî Li vê dinyê em mêvanin  Tobe bike bi poşmanî Jibo hejara nebe manî Wer vegere bi mêranî  Li vê dinyê em mevanin S Mêrdînî .... 26.04.21,

GUNDÊ KÛRÊ

Resim
 GUNDÊ KÛRÊ Navê gundê min kûrêye  Dilê minde wek bexdêye Bexçe û dehla nav daye B'xêr û bere gundê kûrê Der dora wê tev devîye Xemilîn gulsor li zevîye Bilbil ser gulê xwendîye Awazek tê j gundê kûrê  Gund dinêri gelyê rezan Dihat bîna gulû nêrgizan Tê dengê quling û qazan Nav û denge gundê kûrê Dinava zevîyê gulstêran Baxê rezan û mehseran Pir bûne dîl her deveran Bi xemgîrin gundê kûrê  Xêr û ber serê xwe hilda Cur bi cur zehf ajal têda Dar birîn ajal giş wenda Bêdengî ma gundê kûrê  Cerdevana dar zayi kirin Nizanim çima wisa kirin Kok ma bû ew jî ra kirin Tazî hişt in gundê kûrê S mêrdînî .... 24,04,20

QORONA

 QORONA Qorona ma tu dînî Tu halê me na bînî Em bê war û bêcîne Ne em ji mêj mirîne  Dinya tev kerr û lale  Her kes li mal dinale  Li mal bê çare mane Hewara me xwedane Hejar tev bêqût mane  Kes napirs halê wane Qorona te em hejandî Te laşê me tev helandî Xweyî me kesek nîne  Bes rebbê meyî jorîne  Ya Rebb me hîdayetkî Qorona di nav me rakî Kurda bi hev re birakî  Me ji vê rewşa xelaskî Pêşe roja me ronayîkî Me bi welat re şêrînkî Me ji biyanîyê xelaskî Bi kurdistanê dil şakî S mêrdînî, 13/04/2020.

VÎRÛS

 VÎRÛS Vîrûs pir giran  Tune ye derman Hewar û fîxan L' me bû ferman Ne  xêr  man e Her der wêrane Ceh   û   genim     Maye bê hêran e Me ne aşvan e L' hevraza man e Nikar in her in Rewş pir girane Gel  perîş an e Me ne arvan e Barê me girane L' dûrî karwane Mene darvan e Ne  jî  baxvan e Tune ye mêşin Ne bêrî û şivane Ne jî berxvan e Ew nîvê şevane Geldi mal deye Hemûçk razane Seyda mêrdînî, 11//04//2021.

QEDRÎ YILDIRIM

Resim
QEDRÎ YILDIRIM Sed hezar rehmet li gora tebe mela Qedrî Li ba dilê me pir bi rûmetî mela Qedrî Ji bo zimanê kurdî zanyar bû mela Qedrî  Gelê kurd wê dîroka te bixwînin mela Qedrî Wê maf û doza xwe pêy bi hebidînin Di nava dîrokê wê seyda Qedrî bibînin Tuyê jîn bibî di nava dilê çar alîyê welat Jibo gulistana şêrîn dil bipêt û bişewat Hezkirina te tim divî dilî û di hemû dilî  L' ser gora te tev bûn bi derd û bi kulî Koç û çûyîna teyî dawîn mela Qedrî Dil şikestî û tenge zar bûn her derî Welat deşt û zozon, û çiya, tev kevir digirî  Hêştirê çava dibarin xwîn wek lehî û herî Tu nemirî didilê me kurdan de tim dijî Ta kurdistan hebî mamoste tuyê bijî Xwedê bihuştek bi de te li gorî dilê te Gor bi be baxçekî bihuşt bi kêyfa te L'qada mêzînê neye ser te tu zehmet Nûr bibare liser ruhê te be hezar rehmet  S Mêrdînî, 28/03/2021.

APÊ HEMÎD?

 APÊ HEMÎD? Hezar silav û retmet,  li gora te be bi rêz. Welat û kurd perwerî, te ji dil kirbû himêz. Dildarê doza welat, tu ket nav dilê civat. Jibo kurdistana şêrîn te dil bi ar û şewat. Wekî te gelek hebûn,  soz û biryar bo welat. Ser tola doza kurdan, dikirin kar û xebat. Di dilê te de ev hebû, yan kurdistan û neman. Soz û peymanek pîroz, dixwest bilez û heman. Apê hemîd ez nebînim,  bi hesret herim gorê. Wê rabin nevîyên me, dozê bajon der bidorê. Rojek ewê azad bin,  bax û werzên gulistan. Wê werin ser gora te,  bi mizgîna kurdistan. S Mêrdînî 27,10,2019

KEREMÊ SEYAD

Resim
 KEREMÊ SEYAD Mirina keremê seyad, xemgînî da her derî. Hez kirîyê te tev digirî, hêstiran şilkir wek herî. Dildar bû ji bo welat, ew ketî nava civat. Jibo kurdistana delal, dil û cerg kir bi şewat. Xort û keç wê bixwînin, çand û huner bihebînin. Di nav rûpelên dîrokê, keremê seyad bibînin. Kerem hozanê kurdan, deng da li kurdistanê. Di radyo ya erîvanê, deng belav kir cîhanê. Temen sisê tev heştê, kerem çûye rehmetê. Ya Rebbê min ez benî, ew nebîne zehmetê. Li nav baxên bihuştê,  ji bona bilbilê kurda. Cîhek li hewzê kewserê,  yarabb jêra bik peyda. Warê bilbil li wê derê, gulistan derdor û berê. Bilbil bin rehma tebe,  li ser hewzê kewserê. S Mêrdînî 01,04,21

HESRETA DIL

 HESRETA DIL Ji bona hesreta dil, şev û roj mi xew nînê. Bi eşq û evîna dil,  ez im bê çar li dinê. Kurdistan wek bihuşte, çem û sûlav û kanîye. Li min bû pir zehmete,  ji ber ferqa ku perîye Ji ber ku ez bi sebrê,  di ferqa perîya qesrê.  Niha ez naçim balê,  serdana bejna yarê.  Li wê bejna dîlberê, du reş mar û kezî ye. Li ser taca ser serê, du çavreş jê kil daye. Guh cotê guhar danî, bi yek awir kirim janî. Qinyat hiş bir bi talanî,  hecacokê li min danî. Di pesnê wê ez lal im.  di hicra wê evdal im. Dema germ û sermayê, egîd û rûstemê zal im.  S Mêrdînî 17,04,2021

EZ ÇÛM TENÛRÊ

 EZ ÇÛM TENÛRÊ Ez çûm tenûrê êvarî Min ne anî yek parî  Jibo ku nan nedinmi Yekî xwe da pişt derî Min pirskir nav şakiro Min çend pirs jêre kiro Agir bi mala wî keto Ê ku te xistî yê vêderî Hat yekî dewlemender Nan liber wî kir bênder Çiqas dibî bibe ji xwer Ji min re tune yek parî Zarok li malê birçîne Wê çawa ew bixwîne L' mal gepek nan nîne Nijadperestî pir zorî Çûm tenûra mala elok Lê civîyan çend zarok Ji elenda sibê vabû rok  Seyda vira jî bi dorî Çûm tenûra meta semîr Pir li dû hev bûne zincîr Gelek kes ketine dorê  Tev belengaz û feqîr Ez çûm tenûra hesîna  Derî li xwe girtîna Nan li bin derî dişîna Jibo ku kes wan nebîna. Seyda mêrdînî 4/4/21

BARÊ ME

 BARÊ ME Ka rûmet û nirxên me Wargeh û zozanên me Ka wan rih spîyên me Barê me zehf giran e Ka gelî û cobarên me Ka zevî  û dehlên me Ka baxçe û baxên me Barê me zehf giran e Havîngeh û ew bihar Zivistan ew rojên sar Hovane bûn gurê har Barê me zehf giran e Dijminek gelkî dijwar Dinêre bi çavê xedar Mîna gurê xwîn xwar Barê me zehf giran e Çiqa neyarek bê qerar Jibo kurda bi bare bar Gund belav kir li bajar Barê me zehf giran e Hezar,nehsed,nodû,çar Agir li ser me de dibar Kuştin û him birîn dar Barê me zehf giran e Gundî mane li beyar Zêç û zarok bi hezar Derdor girtî ye neyar Barê me zehf giran e Em bê dengin nikarin Bi derd û kul û hejarin Hişk bûn tev li nezarin Barê me zehf giran e S mêrdînî,,,,,10/04/21

RÊBERAN

 RÊBERAN Rêberan tişt ne kirin  Sitemkara em xwarin Bê îman bê wijdanin  Dij me wek gurê harin Sê neyarê xwîn xwarin Li ser me topa dibarin Dest kesê meyê nezan  Loma em giran barin Wekî pendên pêşiyan  Hinek caran ji qehran Hember zulm û zoriyê Em xwe davêjin deryan Çare bibin yek bira  Li dijî hov û neyara Welatek ser bixwe bin  Wê silav li me bibara S mêrdînî 15,04,21

ÇIQAS ZOR E

 1)ÇİQAS ZOR E Gelek ji me pir delalin  Wek ava cêra zelalin Hinekî me jî bê malin  Mal tine çiqas zor e Em bende û bê halin  Hinek zarok û kalin  Ji bê çarî em lalin  Lal bûnî çiqas zor e Destê xwe ji me hilda Neçar hiştin di malda Maldara dev jime berda Berdan bome çiqas zore  Ji hina naye xwendin Hin ji me jî bi derdin Mîna mirîyê bin erdin Binê erdê çiqas zor e Baz didin bilez û bezin  Mîna berxê nav pezin  Maldar bê bext û sozin Bê bextî çiqas zor e  Ji kurda naye bê bextî  Xayîna neda me rihetî Nav me de bi serbestî Gera wan çiqas zor e  Em bûne wek nexweşan Wan  em kirin perîşan Me hejand û hilweşan Hilweşandin çiqas zore  Bê kesî me kir nezan Şêxa lime nekir weazan Şev û rojan em razan Tim razan çiqas zor e  Qorana mala me xerakir  Arê bi pêt ji me rakir Me di malda bende kir Di malda çiqas zor e  Me ji hev dû belav kir  Mala mirova xerakir Me bê dest û bê pê kir Bêdest û pê çiqas zor e  Li me xayîn ket felek Kurd safin wekî melek Qorona zilm kir gelek Zulm kirin çiqas zor e  J

ZIMANÊ ME

ZIMANÊ ME Zimanê tune bê hevîye  Wek cîhê tarî bê ronîye Hemû zar ji hev cudaye Kurdî pir dewlemendîye  Zimanê me qedexe kir Wekî gurê nava pez kir Gelek ji me mişextî kir  Welatê me çar perçekir Kurd bende ê bê zirarin  Dijminê wan pir dijwarin Bira bi bira kir ye neyarin Ziman ji me pir dûr kirin Keç û xortên me delalin Çav reş wekî kar xezalin Ji derdê xayîna dinalin Jibo zimanê dayikê lalin Ziman ê me ji ayetê ye Hemû zar xwedê daye Mixa bin li me badaye Ziman rohnîya çavaye Pêwîste ku em şiyarbin Ji hev dû ra dilyar bin  Wekî yara evîn dar bin J zimanre tim dildarbin Em pirsê bikin ji cîhanê  Bo zilm,zora li me kirinê Ji bîr nabe heta mirînê Zimanê bi laş û xwînê  Hêvî dikim demê başbin Wê kurd bi hevre aşbin Hev himezkin wê birabin Bi zimanê xwe wê şabin Bê find, çira kes nabîne Rêya xelet qet baş nîne Hûn zanibin ka em kîne Zimanê me bi dil birîne Kirin wek peza birr bide Wek gur û hirça hil dide Yek gur û yek hirç dibe Ziman ji me dûr dibe Kurdê xayîn wiha neke Digel neyar qûrr

ÇAVÊN WÊ REŞE

ÇAVÊN WÊ REŞE Çavên wê reş e Rûyê wê bi geş e Sebra li ber dila Çi xweş dimeş e  Li deşt û zozan e Lê bike seyran e  Tu cîh wargehke Berx bi qûrban e Çi xweşik, kibar e Wek hebê hinar e Di werzek biçîn e Ji min û xwer re Wek spîn dar e Nûr  jê  difûr e Wek  roj û hîv ê Şewq ronî dar e Li nava kurdan Tu şêrîna dilan Çare  ji  derdan Hemî gel dizan Wek şimamoke Ne fedî şermoke Pir dûrr dinêr e Veniştî kevoke Seyda mêrdînî 10//04//2021,

WELAT GELEKÎ XWEŞ BÛ

WELAT GELEKÎ         XWEŞ BÛ Li gundan û li bajaran  Havîngeh tev biharan Baran bi keske soran  Welat gelekî xweş bû Payîz wexta dawetan Li pey di hate zivistan  Dema çîrokên civatan Welat gelekî xweş bû Şivan lêdixistî bilûran Karvan diçû berkaran Gavan li ber dewaran Welat gelekî xweş bû  Darê mazî û devîkan Helalk û wan berûkan Hevraz û tev gelîkan Welat gelekî xweş bû Xan û dêr û mizgeftan Li wan gêh û şikeftan Ser lat û zinar û tehtan Welat gelekî xweş bû Li koşk û wan xanîyan Tev hespan û canîyan Robar û wan kanîyan  Welat gelekî xweş bû  Şixre hatî ser bêderan Keç û xort gêre geran Karker û tev yaweran Welat gelekî xweş bû Baxê rezan û zevîyan Avzê dihat ji çavîyan Avên sûlav û kanîyan Welat gelekî xweş bû  Ber berojk û dîwaran Li serê çiya û zinaran Bêkes û dost û yaran Welat gelekî xweş bû Bêrî yên pez kovîyan Wan beran û nêrîyan Nav mêrga di çêrîyan Welat gelekî xweş bû Qaz û werdek û quling Kew hêlina dibin pung Şêr û mêrxas û piling Welat gelekî xweş bû  Zerîyê bi evîn û ya

XIYANET

 XIYANET Kurdên di kin xiyanet Ji bo dijmin li xizmet Nava gel ew bêrûmet Li wan dibare lehnet! Hezar car xwelî sero Ji mêj ve tu qeşmero Esl, feslê xwede kero Bê ceh kozere li bero We xwe firot bi erzanî Xwendin û nivîs biyanî Tu zimanê xwe nizanî Tu bê wijdan bê îmanî Kuro bes bike hewhew Tu tim dikî vir û derew Pend û şîretê mi bigre Fort  û  zirtên te û ew S Mêrdînî 19,04,21

EW KESÊN XAYÎN

Ew kesên xayîn Ew kesên xayîn  Ar bi me danîn  Gelekî nezanin  Me birn û anîn  Ax welatê şêrîn  Tev bûye birîn  Birîn pir kûrin Ji dest sê gurin  Tev de şewitan  Ber ar û pêtan Em mane hêsîr  Ji destê hîttan  Gazî û hewarin  Hejar li xwarin  Hemû pepûkin  Ji dest neyarin  Bê cîh û war in  Me tune kar in  Yekîtî tune ye  Ji wê hejar in  Hemû bê çar in  Ar li me dibar in  Mane bê war in  Ji dest sîxûr in  Em ne ser best in  Gelekî di west in  Wekî bar kêşa  Em bê nefes in  Tûr, ereb û fasin  Me xist qefesin  J'dest nebaşan  Bi xwe nahesin  Xayîn bi nehsin  Neyar bê eslin  Me nîne tifaq  Em kewa sûsin Seyda mêrdînî 18//04//2020

TÛTINA XÛRSÊ

 TÛTINA XURSÊ Wey bêbext û xayînê Çima xweş û şêrînê Hinav li me te reşkir Mîna qetran û xwînê Ew tûtina bi reng zerî Ji xwere hûrhûr çêkirî Ser qelûna neqşberî Vêxist dû derxist derî Ew tûtina diyarbekir Dianî gund xalê bekir Vexwarina wê ji şekir Mala xelkê xera dikir Dema tûtina mûşêye  Dianî xaltîya meysêye Kîlo bi kîla dimsê ye Tûtinek ji kuxikê ye Wexta tûtina silîva hat L' gundîya xweş dihat Tûtinek qe nexweş bû Nexweşî pê re di hat Tûtina bedlîsê dihat Li erda çiyayê xelat Ciwan civîyan li civat Tûtin liwan xweş dihat Lê ew tûtina semsûre Kal hemû ketin dore  Kêş kir li hev par vekir Tûtinek wek por zere Dema tûtina mêrdîne Qaçaxçîyê wê xursîne Jibo debara mala xwe Gundê derdorê gerîne Tûtina xursê yî zerî Qelûna dox zîv kirî Lêv û diranê mircanî Hundir li min reş kirî  Tûtina serek biha ye  Ya şêx û ya mela ye Ew tûtinek pir xweşe Tûtina mi ya xursêye  S mêrdînî 19,04,21

SÊ GUR

   SÊ GUR Eşq û evîndar kirim  lê ew nebû yara min Ez xirandim gerdûnê mirin bûye paya min Paya min bû axek sar,  qet nehatî zara min. Werzên baxa li dû min, goristan bû mala min. Felek ji bo çi bêbextî  me dîl kirî yek bi yek. Xort û ciwan bivî rengî  tev kezîyên çav belek. Me bibexşîn ya Rebbî, em bendeyê gunehkar. Sê gur li me hatin hev,  ji ber wê em giran bar. Me şaşî nekir ya Rebbî  rast çûn wek find û çira. Çima bextê me reş bû  bûne xwarina sê gura. S mêrdînî 23,04,2020

EYYÛBIM EZ

Resim
    QESÎDE Eyyûb im ez li heranê Li halê xwe ez dinerim Derd û kulan bi birînim Malê dinê ez naxwazim  Me ne dost, me ne yare Li rewşa xwe ezê girîm Ji dost û yara bi xêrim  Li vî halî ez pir heyîrîm Emir tev çû bi êş û jare Kesê darami xêrgezkir Jiyana min ewan reşkir Ji vî karî wan çi sehkir Dil û hinav hate xwarê Laşê min tev birîndare Birîn kûre gelkî xedare  Min ne tebat û hedare Tune ye derman û çare Ez nizanim çi dixwazin Ne dilxweş û ne dilsazin Şev û roj ew nikar razin Wek dilsoza bû dildare Eyyûb im ez li heranê Wek Yûsifê li ken'anê Heft sal ma di zîndanê Em jî bûn feqîr û hejare Ew Yaqûb ê bi girî bû Ji girî çavên wî sipî bû Bi wî karî ne qayîl bû Dikir qêr în û heware Biner yehya û zekeryayî Li ser wan timî zordayî Şah jibo wan emir dayî Cube tev xwîn ma l'dare Ew zilma li ser mûsayî Firawn deryayê de mayî Derew kirin li ser îsayî Wan de heye şeyrezare Ji bo me îbrahîm bave Gûr û geş agirê alave Ew hezkirin û bi nave Xwedê ew kire serdare  Pêxemberê xwe nasbike Hez

DIL Û CERG

 Peyv û guhderzê kurd 1.  Dil û cerg zehf êşya ye Jiber eşq û vîna dîlberê Porê hine xweş zerî ye Berda ser enîya keverê Dem baran tev berfêye Sîng spî wek mermerê 2. Ka ê dara genim xwar Êl û ziman jê hate der Ka kawayê hesin kar Şûr parastî kurd û ser Ka rustemê xwedî zar Da bû me dil û ceger 3. Mêrdînî bi zarekî kurd Di sekinim li hember Peyv û guhderzê kurd Zanîn bi şêwr û tevger Taca bedir-xanê kurd Xuyanake îro li ser ser. S Mêrdînî 19,04,21

DIL BI REVOKÊ

 Dil bi revokê Nav bidenge Pir qeşenge Dil bi şenge Caw ji penge Eşq û benge Rûçik firinge Çav beleke Enî bideqe Por bixeleke Zehf rindike Rû bi kenoke Dil bi revoke Bejin dirêje Nutqa dibêje Agir davêje Rondik dirêje Hinav dipêje Dûre ji mêje Hat havîne Germê tîne Serma nîne Nêrgiz şîne Gul xemlîne Bilbil dixwîne Bêpar kirim  Ji bîr kirim Hejar kirim Ez pîr kirim Dil tîr kirim Xwere birim Seyda Mêrdînî 20//04//2021