EM MÊVANIN
EM MÊVANIN
Lo celado ka, were bêje
Vê nexweşîyê tekir gêje
Mal û milk jibo te çibêje
Li vê dinyê em mêvanin
Tu çend sala li dinyê bî
Nav zêr û zîva tu xenêbî
Tê rojek mêvanê gorêbî
Li vê dinyê em mêvanin
Ger tu sed salî temamkî
Çiqas baş bî û tu bi şakî
Tê rojekê mirinê tehmkî
Li vê dinyê em mêvanin
Ger te hebe koşk û xanî
Tuyê rojek herî bibî fanî
Te têxin bin gorek tarî
Li vê dinyê em mêvanin
Tobe bike bi poşmanî
Jibo hejara nebe manî
Wer vegere bi mêranî
Li vê dinyê em mevanin
S Mêrdînî .... 26.04.21,
Yorumlar
Yorum Gönder