BI LEZ Û BI BEZÎ
Bi lez û bi bezî
Bi naz û dil bazî
Bawer kî bi nazî
Tu tim dikî gazî
Ji xwer meyzîne
Ê şev û roja tîne
Xweda yê jorîne
Tu hay jê nîne
Bes e tu bi beze
Bi kîn û bi qereze
Herî bê cil û berg
B'qêrîn û gazgaze
Dinya genî û fanî
Ma qey tu nizanî
Te xwe li ser danî
Tim û tim te dianî
Di nefsê deranî
Ev koşk ev xanî
Te çêkirî tu zanî
Tev li vir mêvanî
Serte qîr û girîne
Ma qey tu nabîne
Ev can pir şêrîne
Bilez şehdê bîne
Seyda mêrdînî
29//04//2020.
Yorumlar
Yorum Gönder