ÇAVÊN WÊ REŞE

ÇAVÊN WÊ REŞE

Çavên wê reş e

Rûyê wê bi geş e

Sebra li ber dila

Çi xweş dimeş e 


Li deşt û zozan e

Lê bike seyran e 

Tu cîh wargehke

Berx bi qûrban e


Çi xweşik, kibar e

Wek hebê hinar e

Di werzek biçîn e

Ji min û xwer re


Wek spîn dar e

Nûr  jê  difûr e

Wek  roj û hîv ê

Şewq ronî dar e


Li nava kurdan

Tu şêrîna dilan

Çare  ji  derdan

Hemî gel dizan


Wek şimamoke

Ne fedî şermoke

Pir dûrr dinêr e

Veniştî kevoke


Seyda mêrdînî

10//04//2021,

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL