ZIMANÊ ME

ZIMANÊ ME


Zimanê tune bê hevîye 

Wek cîhê tarî bê ronîye

Hemû zar ji hev cudaye

Kurdî pir dewlemendîye 


Zimanê me qedexe kir

Wekî gurê nava pez kir

Gelek ji me mişextî kir 

Welatê me çar perçekir


Kurd bende ê bê zirarin 

Dijminê wan pir dijwarin

Bira bi bira kir ye neyarin

Ziman ji me pir dûr kirin


Keç û xortên me delalin

Çav reş wekî kar xezalin

Ji derdê xayîna dinalin

Jibo zimanê dayikê lalin


Ziman ê me ji ayetê ye

Hemû zar xwedê daye

Mixa bin li me badaye

Ziman rohnîya çavaye


Pêwîste ku em şiyarbin

Ji hev dû ra dilyar bin 

Wekî yara evîn dar bin

J zimanre tim dildarbin


Em pirsê bikin ji cîhanê 

Bo zilm,zora li me kirinê

Ji bîr nabe heta mirînê

Zimanê bi laş û xwînê 


Hêvî dikim demê başbin

Wê kurd bi hevre aşbin

Hev himezkin wê birabin

Bi zimanê xwe wê şabin


Bê find, çira kes nabîne

Rêya xelet qet baş nîne

Hûn zanibin ka em kîne

Zimanê me bi dil birîne


Kirin wek peza birr bide

Wek gur û hirça hil dide

Yek gur û yek hirç dibe

Ziman ji me dûr dibe


Kurdê xayîn wiha neke

Digel neyar qûrre neke

Wer vegere wisa neke

Ziman ji xwe dûr neke

 

Zirt û virekê nav civatî

Te jîyan kirye kerratî

Berra dayî dikî xebatî

Ziman jibo te diperpitî 


Were ligel gelê xweye

Dinya ji kêre bêdawîye

Rast xeberde ji rastîye

Li ziman bibe xwedîye


Dijminê me tim xedare

Jibo ziman lime neyare

Em dibên sibe û êvare 

Ziman bi qîr û heware 


Çima hûn wilo gemarin 

Hûn nebaşin em nikarin

Şev û roja em xemdarin

Welat jibo we birîndarin


Ez dibêjim van gotinan 

Em hêsîrin li her deran

Ji me pir hene rêberan

Ziman d'destê neyaran 


Çima ew qas tirsonekin

Hêvî dikim wisa nekin

Zû vegerin tobe bikin

Zimanê xwe li dar bixin


Ez bawerim hûnê werin

Li pişta dijmina vegerin

Werin em bi hevra herin

Ziman bi xwera em bibin


Ev rêya ha rast û reqe

Ji hatina te mi mereqe

Ne bêje seyda  neheqe

Zimanê me biteq û reqe


Dil bi şewat avek lêkin

Ber bime ve gavek werin

Carek dil li me  ve bibin

Wê ziman bi cî war bibin


Ez bêparê gelê xwe me

Xemdarê kirinê we me

Nexweşê ber mirinê me

Karkerê zimanê xwe me


Zimanê xwe ez dixwazin

Bêziman em belengazin

Ji bo wilo ne serfirazin

Zimanê me li me gazin


Tiştê wilo ez xemdarim

Gelek gotinan ji nikarim

Ez seydayê birîn darim

B'zimanê xwe evîndarim


S mêrdînî,,,,13,04,21

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL