NÛRA NUBÛWETTÊ
NÛRA NUBÛWETTÊ TUYÎ
Kes nakeve secadetê
Nûra nubûwet tê tuyî
Kêfa me bi navê tetê
Resûlê ummettê tuyî
Li hejara bike şefqetê
Roja heşr û qîyamettê
Mehderî li erda ersatê
Hebîbê ummettê tuyî
Li ser rêya heqîqet tê
Şev û roja bikin ta'etê
Ji bona Rebbê izzettê
Nebîyê ummettê tuyî
Li ber dilê me pir şêrînî
Tu muhammedil emînî
Tim soza xwe b'cîh tînî
Serwerê ummettê tuyî
Firîşte cibrîl emîn dibînî
Kilamê qedîm jê digrînî
Nîşan dikî, didî mizgînî
Ekberê ummettê tuyî
Ronak, çira ruh beranî
Pê girtîyê mezlûmanî
Her du dinya tu dizanî
Rêberê ummettê tuyî
Jiber kirîye hemî Qur'an
Mehderî jibo roja mîzan
Tu hatî ji bo cin û însan
Pêşkêşê ummettê tuyî
Tebat û sebra dilê minî
Bîst salê xwe nav emînî
Piştdawiyê em te bibînî
Pêşengê ummettê tuyî
S mêrdînî 28.04.21
Yorumlar
Yorum Gönder