BARÊ ME
BARÊ ME
Ka rûmet û nirxên me
Wargeh û zozanên me
Ka wan rih spîyên me
Barê me zehf giran e
Ka gelî û cobarên me
Ka zevî û dehlên me
Ka baxçe û baxên me
Barê me zehf giran e
Havîngeh û ew bihar
Zivistan ew rojên sar
Hovane bûn gurê har
Barê me zehf giran e
Dijminek gelkî dijwar
Dinêre bi çavê xedar
Mîna gurê xwîn xwar
Barê me zehf giran e
Çiqa neyarek bê qerar
Jibo kurda bi bare bar
Gund belav kir li bajar
Barê me zehf giran e
Hezar,nehsed,nodû,çar
Agir li ser me de dibar
Kuştin û him birîn dar
Barê me zehf giran e
Gundî mane li beyar
Zêç û zarok bi hezar
Derdor girtî ye neyar
Barê me zehf giran e
Em bê dengin nikarin
Bi derd û kul û hejarin
Hişk bûn tev li nezarin
Barê me zehf giran e
S mêrdînî,,,,,10/04/21
Yorumlar
Yorum Gönder