ÇIQAS ZOR E
1)ÇİQAS ZOR E
Gelek ji me pir delalin
Wek ava cêra zelalin
Hinekî me jî bê malin
Mal tine çiqas zor e
Em bende û bê halin
Hinek zarok û kalin
Ji bê çarî em lalin
Lal bûnî çiqas zor e
Destê xwe ji me hilda
Neçar hiştin di malda
Maldara dev jime berda
Berdan bome çiqas zore
Ji hina naye xwendin
Hin ji me jî bi derdin
Mîna mirîyê bin erdin
Binê erdê çiqas zor e
Baz didin bilez û bezin
Mîna berxê nav pezin
Maldar bê bext û sozin
Bê bextî çiqas zor e
Ji kurda naye bê bextî
Xayîna neda me rihetî
Nav me de bi serbestî
Gera wan çiqas zor e
Em bûne wek nexweşan
Wan em kirin perîşan
Me hejand û hilweşan
Hilweşandin çiqas zore
Bê kesî me kir nezan
Şêxa lime nekir weazan
Şev û rojan em razan
Tim razan çiqas zor e
Qorana mala me xerakir
Arê bi pêt ji me rakir
Me di malda bende kir
Di malda çiqas zor e
Me ji hev dû belav kir
Mala mirova xerakir
Me bê dest û bê pê kir
Bêdest û pê çiqas zor e
Li me xayîn ket felek
Kurd safin wekî melek
Qorona zilm kir gelek
Zulm kirin çiqas zor e
Ji ber qorona em gêjin
Derd û kulê xwe dirêjin
Em kul û derdan nebêjin
Em nebêjin çiqas zor e
Rojek emê derîya vekin
Pêşe roja xwe ronî kin
Emê hemû xwe biyekin
Bê yekîtî çiqas zor e
Seyda dibêje bi dil
Dixwîne mîna bilbil
Rast dibêje wan ji dil
Bê rastî çiqas zor e
S mêrdînî 11,04,21
Yorumlar
Yorum Gönder