EW KESÊN XAYÎN
Ew kesên xayîn
Ar bi me danîn
Gelekî nezanin
Me birn û anîn
Ax welatê şêrîn
Tev bûye birîn
Birîn pir kûrin
Ji dest sê gurin
Tev de şewitan
Ber ar û pêtan
Em mane hêsîr
Ji destê hîttan
Gazî û hewarin
Hejar li xwarin
Hemû pepûkin
Ji dest neyarin
Bê cîh û war in
Me tune kar in
Yekîtî tune ye
Ji wê hejar in
Hemû bê çar in
Ar li me dibar in
Mane bê war in
Ji dest sîxûr in
Em ne ser best in
Gelekî di west in
Wekî bar kêşa
Em bê nefes in
Tûr, ereb û fasin
Me xist qefesin
J'dest nebaşan
Bi xwe nahesin
Xayîn bi nehsin
Neyar bê eslin
Me nîne tifaq
Em kewa sûsin
Seyda mêrdînî
18//04//2020
Yorumlar
Yorum Gönder