EYYÛBIM EZ
QESÎDE
Eyyûb im ez li heranê
Li halê xwe ez dinerim
Derd û kulan bi birînim
Malê dinê ez naxwazim
Me ne dost, me ne yare
Li rewşa xwe ezê girîm
Ji dost û yara bi xêrim
Li vî halî ez pir heyîrîm
Emir tev çû bi êş û jare
Kesê darami xêrgezkir
Jiyana min ewan reşkir
Ji vî karî wan çi sehkir
Dil û hinav hate xwarê
Laşê min tev birîndare
Birîn kûre gelkî xedare
Min ne tebat û hedare
Tune ye derman û çare
Ez nizanim çi dixwazin
Ne dilxweş û ne dilsazin
Şev û roj ew nikar razin
Wek dilsoza bû dildare
Eyyûb im ez li heranê
Wek Yûsifê li ken'anê
Heft sal ma di zîndanê
Em jî bûn feqîr û hejare
Ew Yaqûb ê bi girî bû
Ji girî çavên wî sipî bû
Bi wî karî ne qayîl bû
Dikir qêr în û heware
Biner yehya û zekeryayî
Li ser wan timî zordayî
Şah jibo wan emir dayî
Cube tev xwîn ma l'dare
Ew zilma li ser mûsayî
Firawn deryayê de mayî
Derew kirin li ser îsayî
Wan de heye şeyrezare
Ji bo me îbrahîm bave
Gûr û geş agirê alave
Ew hezkirin û bi nave
Xwedê ew kire serdare
Pêxemberê xwe nasbike
Hez jêke, xwe xelas bike
Canê xwe jibo wî gorî ke
Roja kêşanê, çi en ware
Di cenga ûhud û bedrê
Wer re taîfê binêr xedrê
Hevalê resûl di qehrê
Çi bixwaze xaliq dayê
Got ya Rebbî hîdayetke
L' ser rastîyê serfirazke
Kînê dilê wan de derke
Ji ber ku millet nezane
Ebû bekir wî nav sidîqe
Li çiyayê sewr bû refîqe
Dostê xwe ra ew şefîqe
Binêr dostanî ya wane
Ebû lû 'lû mecûsî bû
Dirav zêde wî xwestî bû
Emer ji bo wî nedayî bû
Ewe ji bo emer kujere
Êdî osman lawê efwan
Berhev kirî ewî Qur'an
Kujer kirin wî bi derban
Kujera wî wek ya emere
Elî heyder ê kerar re
Şêrek bi rehm û xedare
Di destê wî de zûlfîkare
Şer û cenge pêhlewane
Wexta nimêja sibê da
Elî ketî mizgeftê da
Ne tirs û ne xeyalê da
Kujer kirye evdirehmane
Bajarê besra û kûfayê
Cîhê zilma li dinyayê
Li kerbela li taî fayê
Gelek şehîd li wir mane
Huseyn şehîd bû d'cîda
Ji heftê ya du du zêda
Giştî kuştin di berîyêda
Gelek tî û bê av mane
Hesen wiha ew jî kuştin
Bi fena ew jî di heriştin
Destê xwe ji wan şûştin
Bizan kuştin bi jehr danê
Wekî ew ku wisa bûne
Pêxember hevalê wîne
Li alî kî ew xem revîne
Loma dinya ji bo wane
Bizane ew hemû rastin
Bizan in bi dil û qestin
Tiştek ji wan nexwestin
Bûne sosret di dildane
Ya Rebb selat û selam
L' wan bibarîn xas û am
Wan re herin darûselam
Bi bin cîran ji bo wane
S mêrdînî 24,04,18
Yorumlar
Yorum Gönder