RÊBERAN

 RÊBERAN


Rêberan tişt ne kirin 

Sitemkara em xwarin

Bê îman bê wijdanin 

Dij me wek gurê harin


Sê neyarê xwîn xwarin

Li ser me topa dibarin

Dest kesê meyê nezan 

Loma em giran barin


Wekî pendên pêşiyan 

Hinek caran ji qehran

Hember zulm û zoriyê

Em xwe davêjin deryan


Çare bibin yek bira 

Li dijî hov û neyara

Welatek ser bixwe bin 

Wê silav li me bibara


S mêrdînî 15,04,21

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL