QEDRÎ YILDIRIM
QEDRÎ YILDIRIM
Sed hezar rehmet li
gora tebe mela Qedrî
Li ba dilê me pir bi rûmetî mela Qedrî
Ji bo zimanê kurdî zanyar bû mela Qedrî
Gelê kurd wê dîroka te
bixwînin mela Qedrî
Wê maf û doza xwe
pêy bi hebidînin
Di nava dîrokê wê
seyda Qedrî bibînin
Tuyê jîn bibî di nava
dilê çar alîyê welat
Jibo gulistana şêrîn
dil bipêt û bişewat
Hezkirina te tim divî
dilî û di hemû dilî
L' ser gora te tev bûn
bi derd û bi kulî
Koç û çûyîna teyî
dawîn mela Qedrî
Dil şikestî û tenge
zar bûn her derî
Welat deşt û zozon,
û çiya, tev kevir digirî
Hêştirê çava dibarin
xwîn wek lehî û herî
Tu nemirî didilê me
kurdan de tim dijî
Ta kurdistan hebî
mamoste tuyê bijî
Xwedê bihuştek bi
de te li gorî dilê te
Gor bi be baxçekî
bihuşt bi kêyfa te
L'qada mêzînê neye
ser te tu zehmet
Nûr bibare liser ruhê
te be hezar rehmet
S Mêrdînî, 28/03/2021.
Yorumlar
Yorum Gönder