KETIN KÊF Û SOHBETÊ
KETIN KÊF Û
SOHBETÊ
Ketin kêf û sohbetê
Zore bîranîna ta'etê
Nîne nimêj û îbadet
Dûrin ji rêya heqîqet
Îro sibehê mirina tetê
Tê poşmanbî dematê
Ew der gelkî pir zore
Gundî û cîran bidore
Tev digirîn hûre hûre
Gora teng gelek kûre
Marê reş liwir ciwanin
Ser keçel bê wijdan in
Jibo wan bûme êmlik
Min bişûn û kef en bik
Darbesta mi bi rê bikin
Radestî gora min bikin
Hat dema j'min pirsan
Milyaket di dest polan
Ez di nav kul û derdan
Di dest van du firîştan
Tune min kek û birane
Çav li Rebbê rehmane
S mêrdînî 01.05.20.
Yorumlar
Yorum Gönder