KEREMÊ SEYAD
KEREMÊ SEYAD
Mirina keremê seyad,
xemgînî da her derî.
Hez kirîyê te tev digirî,
hêstiran şilkir wek herî.
Dildar bû ji bo welat,
ew ketî nava civat.
Jibo kurdistana delal,
dil û cerg kir bi şewat.
Xort û keç wê bixwînin,
çand û huner bihebînin.
Di nav rûpelên dîrokê,
keremê seyad bibînin.
Kerem hozanê kurdan,
deng da li kurdistanê.
Di radyo ya erîvanê,
deng belav kir cîhanê.
Temen sisê tev heştê,
kerem çûye rehmetê.
Ya Rebbê min ez benî,
ew nebîne zehmetê.
Li nav baxên bihuştê,
ji bona bilbilê kurda.
Cîhek li hewzê kewserê,
yarabb jêra bik peyda.
Warê bilbil li wê derê,
gulistan derdor û berê.
Bilbil bin rehma tebe,
li ser hewzê kewserê.
S Mêrdînî 01,04,21
Yorumlar
Yorum Gönder