APÊ HEMÎD?

 APÊ HEMÎD?


Hezar silav û retmet, 

li gora te be bi rêz.

Welat û kurd perwerî,

te ji dil kirbû himêz.


Dildarê doza welat,

tu ket nav dilê civat.

Jibo kurdistana şêrîn

te dil bi ar û şewat.


Wekî te gelek hebûn, 

soz û biryar bo welat.

Ser tola doza kurdan,

dikirin kar û xebat.


Di dilê te de ev hebû,

yan kurdistan û neman.

Soz û peymanek pîroz,

dixwest bilez û heman.


Apê hemîd ez nebînim, 

bi hesret herim gorê.

Wê rabin nevîyên me,

dozê bajon der bidorê.


Rojek ewê azad bin, 

bax û werzên gulistan.

Wê werin ser gora te, 

bi mizgîna kurdistan.


S Mêrdînî 27,10,2019

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL