GOR TARÎ TE
GOR TARÎ YE
Gor tarî ye pir tenge
Milyaket dike denge
Minkîr nekîr tên gorê
Li tu kesî nakin sebrê
Pirsê wan amadeye
Bertîl li wira tuneye
Çavê wan wek agire
Tune li wir qet xatire
Yan bihuşt yan agire
Her duyan yek li wire
Defn xelas li goristanê
Xelk çûn mame b'tenê
Min fêhm kirî mala min
Mar û dûpişk hat bamin
Ser sînga min dimeşin
Dil û hinavê min diêşin
Ew roj, rojek pir germe
Germ hatî ser serê me
Laş çûye maye çerme
Min ji xwe kire şerme
Poşmanbûm wê sehetê
Min gazî Rebbê izzet tê
Ne sîberk germ hevîne
Zalim xwe tê de dibîne
Kiryarê xwe tev dibîne
J şaşîyê xwe xemgîne
Bihuşt jibo wana nîne
Dojeh dibê ji mir bîne
Lawaz bûme wek hestî
Ardû nema ye ez birçî
Cîhê min gelek dijware
Zalim hemûçk bê çare
Tev b'hewar û b'fîxane
Xelasî li cem xwedane
S mêrdînî .... 29.04.20
Yorumlar
Yorum Gönder