TÛTINA XÛRSÊ
TÛTINA XURSÊ
Wey bêbext û xayînê
Çima xweş û şêrînê
Hinav li me te reşkir
Mîna qetran û xwînê
Ew tûtina bi reng zerî
Ji xwere hûrhûr çêkirî
Ser qelûna neqşberî
Vêxist dû derxist derî
Ew tûtina diyarbekir
Dianî gund xalê bekir
Vexwarina wê ji şekir
Mala xelkê xera dikir
Dema tûtina mûşêye
Dianî xaltîya meysêye
Kîlo bi kîla dimsê ye
Tûtinek ji kuxikê ye
Wexta tûtina silîva hat
L' gundîya xweş dihat
Tûtinek qe nexweş bû
Nexweşî pê re di hat
Tûtina bedlîsê dihat
Li erda çiyayê xelat
Ciwan civîyan li civat
Tûtin liwan xweş dihat
Lê ew tûtina semsûre
Kal hemû ketin dore
Kêş kir li hev par vekir
Tûtinek wek por zere
Dema tûtina mêrdîne
Qaçaxçîyê wê xursîne
Jibo debara mala xwe
Gundê derdorê gerîne
Tûtina xursê yî zerî
Qelûna dox zîv kirî
Lêv û diranê mircanî
Hundir li min reş kirî
Tûtina serek biha ye
Ya şêx û ya mela ye
Ew tûtinek pir xweşe
Tûtina mi ya xursêye
S mêrdînî 19,04,21
Yorumlar
Yorum Gönder