WELAT GELEKÎ XWEŞ BÛ
WELAT GELEKÎ
XWEŞ BÛ
Li gundan û li bajaran
Havîngeh tev biharan
Baran bi keske soran
Welat gelekî xweş bû
Payîz wexta dawetan
Li pey di hate zivistan
Dema çîrokên civatan
Welat gelekî xweş bû
Şivan lêdixistî bilûran
Karvan diçû berkaran
Gavan li ber dewaran
Welat gelekî xweş bû
Darê mazî û devîkan
Helalk û wan berûkan
Hevraz û tev gelîkan
Welat gelekî xweş bû
Xan û dêr û mizgeftan
Li wan gêh û şikeftan
Ser lat û zinar û tehtan
Welat gelekî xweş bû
Li koşk û wan xanîyan
Tev hespan û canîyan
Robar û wan kanîyan
Welat gelekî xweş bû
Şixre hatî ser bêderan
Keç û xort gêre geran
Karker û tev yaweran
Welat gelekî xweş bû
Baxê rezan û zevîyan
Avzê dihat ji çavîyan
Avên sûlav û kanîyan
Welat gelekî xweş bû
Ber berojk û dîwaran
Li serê çiya û zinaran
Bêkes û dost û yaran
Welat gelekî xweş bû
Bêrî yên pez kovîyan
Wan beran û nêrîyan
Nav mêrga di çêrîyan
Welat gelekî xweş bû
Qaz û werdek û quling
Kew hêlina dibin pung
Şêr û mêrxas û piling
Welat gelekî xweş bû
Zerîyê bi evîn û yarbûn
Çav belek û esmerbûn
Fistan dirêj reng zerbûn
Welat gelekî xweş bû
Baxê gula ji bo bilbila
Xizan bi kêyf û bi dila
Dilgeş bê derd û kula
Welat gelekî xweş bû
Sosin û tev binefşan
Ew dîwarên bi nexşan
Dijmin kavil kir weşan
Welat gelekî xweş bû
S mêrdînî .... 18,04,21
Yorumlar
Yorum Gönder