SÊ GUR
SÊ GUR
Eşq û evîndar kirim
lê ew nebû yara min
Ez xirandim gerdûnê
mirin bûye paya min
Paya min bû axek sar,
qet nehatî zara min.
Werzên baxa li dû min,
goristan bû mala min.
Felek ji bo çi bêbextî
me dîl kirî yek bi yek.
Xort û ciwan bivî rengî
tev kezîyên çav belek.
Me bibexşîn ya Rebbî,
em bendeyê gunehkar.
Sê gur li me hatin hev,
ji ber wê em giran bar.
Me şaşî nekir ya Rebbî
rast çûn wek find û çira.
Çima bextê me reş bû
bûne xwarina sê gura.
S mêrdînî 23,04,2020
Yorumlar
Yorum Gönder