EV QORONA
Rab in ji xewa xeflettê
Hemû kes çûn helaketê
Gelo çawa xewa we tê
Di'a bik bi Rebbê izzetê
Şîyar bin em ji zilmetê
Zalim wer in hîdayetê
Hev ra neç in helaketê
Tobe bikin ji heqaretê
Binêrin hûn li wan çîna
Dixwin ew marû cirdona
Bûye nexweşîya qorona
Derman tine l'xestexana
Qorona êşek pir girane
Belav bûye l'her derane
Li rojhilat û li rojavane
Li bakûr û li başûrane
Sala du hezar û bîstane
Gelek feqîr bû perîşane
Dîrok e wî dike beyane
Bûye çîrok û bû destane
Ev qorona bûye beyan
Xuya nabe li ber çavan
Kesek nedîtî ye derman
Bê hedar in pirr ê însan
Çare serî ji bo me eve
Em pir nerin li rex heve
Desmal bidin liser deve
Ji civatan em dûr keve
Neçin dest û rûyê heve
Ji sûk û kolana bireve
L' mala xwe derne keve
Ji bo me hewce yî eve
Li malê ji xwe re rûnê
Kî rehmetkê nere şûnê
Jibo em nebin wek çînê
Em di'a bikin bi Qur'anê
Ew xwarina seg û kosî
Bûye nexweşîya vîrûsî
Belav bûye li nav rûsî
Jibo wan tune star û sî
Ev bêtara li me cana
Şîyarî ye ji bo insana
Bawer bikin ev ezmûna
Belav bûye nav însana
Vîrûs sifte çêbû li çînê
Derbas bû hate îranê
Tirsa mezin kete wanê
Bijîşk civîn l'xestexanê
Civat gerand sera serê
Nûçe şandine herderê
Kesek li derve negerê
Li mala xwe nere derê
Cengê bikin bi sabûnê
Herin li mala xwe rûnê
Derne kevin ji hêlînê
Em jî nebin mîna çînê
Ji vê çînê qorona hat
Hat bakûr û çû rojhilat
Başûr rojava hate xelat
Li dinyayê nema heyat
Dinya hemû maye hêsîr
Xwedî maldar û tev feqîr
Ne dibêj siltan û ev mîr
Dîl bûne mîna kal û pîr
Tu kes bi çava nedîye
Kes nizan gelemşe çîye
Bawer artêşek bidizîye
Fermana Rebb ê jorîye
Nexweşek ecêb cudaye
Li cîhanê deng vedaye
Hemû zana bersiv daye
Sûc û şaşî ji me daye
Dengê wan çû dinyayê
Ji tirsa em ketin tayê
Li malê sebra me nayê
Ji destê vê qoronayê
Binêrin li wan însana
Saxî dibrêjin heywana
Seg û mar û mişkana
Bû nexweşî ya qorona
Wisa kuştina heywana
Qedexe ye jibo însana
Qewmê 'ad û semûdan
Lût û nemrûd jî wisana
Kes nizan gelemşe çîye
Nav însana belav bûye
Seyda mêrdînî bi melûlî
Çend gotar wî nivîsîye
S Mêrdînî .... 25.03.20
Yorumlar
Yorum Gönder