EZ ÇÛM TENÛRÊ

 EZ ÇÛM TENÛRÊ


Ez çûm tenûrê êvarî

Min ne anî yek parî 

Jibo ku nan nedinmi

Yekî xwe da pişt derî


Min pirskir nav şakiro

Min çend pirs jêre kiro

Agir bi mala wî keto

Ê ku te xistî yê vêderî


Hat yekî dewlemender

Nan liber wî kir bênder

Çiqas dibî bibe ji xwer

Ji min re tune yek parî


Zarok li malê birçîne

Wê çawa ew bixwîne

L' mal gepek nan nîne

Nijadperestî pir zorî


Çûm tenûra mala elok

Lê civîyan çend zarok

Ji elenda sibê vabû rok 

Seyda vira jî bi dorî


Çûm tenûra meta semîr

Pir li dû hev bûne zincîr

Gelek kes ketine dorê 

Tev belengaz û feqîr


Ez çûm tenûra hesîna 

Derî li xwe girtîna

Nan li bin derî dişîna

Jibo ku kes wan nebîna.


Seyda mêrdînî 4/4/21

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL