QORONA
QORONA
Qorona ma tu dînî
Tu halê me na bînî
Em bê war û bêcîne
Ne em ji mêj mirîne
Dinya tev kerr û lale
Her kes li mal dinale
Li mal bê çare mane
Hewara me xwedane
Hejar tev bêqût mane
Kes napirs halê wane
Qorona te em hejandî
Te laşê me tev helandî
Xweyî me kesek nîne
Bes rebbê meyî jorîne
Ya Rebb me hîdayetkî
Qorona di nav me rakî
Kurda bi hev re birakî
Me ji vê rewşa xelaskî
Pêşe roja me ronayîkî
Me bi welat re şêrînkî
Me ji biyanîyê xelaskî
Bi kurdistanê dil şakî
S mêrdînî, 13/04/2020.
Yorumlar
Yorum Gönder