DIL BI REVOKÊ
Dil bi revokê
Nav bidenge
Pir qeşenge
Dil bi şenge
Caw ji penge
Eşq û benge
Rûçik firinge
Çav beleke
Enî bideqe
Por bixeleke
Zehf rindike
Rû bi kenoke
Dil bi revoke
Bejin dirêje
Nutqa dibêje
Agir davêje
Rondik dirêje
Hinav dipêje
Dûre ji mêje
Hat havîne
Germê tîne
Serma nîne
Nêrgiz şîne
Gul xemlîne
Bilbil dixwîne
Bêpar kirim
Ji bîr kirim
Hejar kirim
Ez pîr kirim
Dil tîr kirim
Xwere birim
Seyda Mêrdînî
20//04//2021
Yorumlar
Yorum Gönder