HESRETA DIL
HESRETA DIL
Ji bona hesreta dil,
şev û roj mi xew nînê.
Bi eşq û evîna dil,
ez im bê çar li dinê.
Kurdistan wek bihuşte,
çem û sûlav û kanîye.
Li min bû pir zehmete,
ji ber ferqa ku perîye
Ji ber ku ez bi sebrê,
di ferqa perîya qesrê.
Niha ez naçim balê,
serdana bejna yarê.
Li wê bejna dîlberê,
du reş mar û kezî ye.
Li ser taca ser serê,
du çavreş jê kil daye.
Guh cotê guhar danî,
bi yek awir kirim janî.
Qinyat hiş bir bi talanî,
hecacokê li min danî.
Di pesnê wê ez lal im.
di hicra wê evdal im.
Dema germ û sermayê,
egîd û rûstemê zal im.
S Mêrdînî 17,04,2021
Yorumlar
Yorum Gönder