GUNDÊ KÛRÊ
GUNDÊ KÛRÊ
Navê gundê min kûrêye
Dilê minde wek bexdêye
Bexçe û dehla nav daye
B'xêr û bere gundê kûrê
Der dora wê tev devîye
Xemilîn gulsor li zevîye
Bilbil ser gulê xwendîye
Awazek tê j gundê kûrê
Gund dinêri gelyê rezan
Dihat bîna gulû nêrgizan
Tê dengê quling û qazan
Nav û denge gundê kûrê
Dinava zevîyê gulstêran
Baxê rezan û mehseran
Pir bûne dîl her deveran
Bi xemgîrin gundê kûrê
Xêr û ber serê xwe hilda
Cur bi cur zehf ajal têda
Dar birîn ajal giş wenda
Bêdengî ma gundê kûrê
Cerdevana dar zayi kirin
Nizanim çima wisa kirin
Kok ma bû ew jî ra kirin
Tazî hişt in gundê kûrê
S mêrdînî .... 24,04,20
Yorumlar
Yorum Gönder