JI BÎR NAKIM
Welatek xweş û şêrîne
Têda henin pirr xayîne
Hin xwe firoş û genîne
Jibîr nakim dîsa welat
Dil dixwaze te bibîne
Mecal nema çav tarîne
Ez bi kesî re nakim kîne
Jibîr nakim dîsa welat
Dil bûye agirê hêtûnê
Neçar ketim vê dîwanê
Nav milê min tîr lêdanê
Jibîr nakim dîsa welat
Benda te me vê biharê
Laşê min bû wekî darê
Lê hîn çavê min hişyarê
Jibîr nakim dîsa welat
Kavil kirin gund û ware
Min tim qêrîn û heware
Rondik j çav têne xware
Jibîr nakim dîsa welat
Ketim derya bê binîye
Min xwe dîte li serîye
Derd û kul ma di talîye
Jibîr nakim dîsa welat
Ez şaîrê derdê xwe me
Ne muhtacî bala weme
Dilê min bi derd û xeme
Jibîr nakim dîsa welat
Delal yarê ji te esmerê
Li min nanêrî mîna berê
Çav bûye wek findû çirê
Jibîr nakim dîsa welat
Hişêm li vir û rojavaye
Li başûr û li kerbelaye
Li rojhilat û çarçiraye
Jibîr nakim dîsa welat
Welat dilê min dernayê
Evîn ji bo min qet nayê
Laşê min bi keve tayê
Jibîr nakim dîsa welat
S Mêrdînî .... 26,04,19
Yorumlar
Yorum Gönder