Kayıtlar

Kasım, 2021 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

TEMENÊ MIROV

Resim
TEMENÊ MIROV. Zarokatî û ciwanî, dema sax û dilgeş bin, mîna biharê ne, dema ku hemû nebat zindî dibin, şîn dibin û dibin fêkî, ew dem bihara mirov e .... Demsala, ku dema fêkî digihêjin û çêdibin, dişibihe temenê mezin bûnê, ku hêz û hêza mirovan e, mirov ne di kêmasiyê de ye, ew dem havîna mirov e .... Temenê ku por dest pê dike spî dibe, diran dikevin, guh kerr û kêm dibihîzin û çav tarî û kêm dibînin, ew dem payîza mirov e .... Temenê ku dest lê dihejin nîşan dide, ku hêz qediya ye, ew nikare bê gopal bimeşe, qet naxebite û hemî karîgerî diqede, ew dem zivistana mirov e.... S Mêrdînî 29.10.2020

LI EYWANA TE

Resim
LI EYWANA TE .!.. Li eywana te ez rûniştim Bê kesim û ez bê piştim Ne yek û ez sed hezarim Loma bigaz û zare zarim Wusa ye rewşa gelê min Ax bê çi hatî ye serê min Ji derdan re ez ser gêjim Ma hîna çi ji we re bêjim Çûm meygeha kela bircan Lê civîn çend dostê bi can Sifrevan tînin meya tîr rê Piyalên bi neqşên li dorê Di bêjin tim ji bona noşe Serî li giştkan bûye doşe Bi şahî û dîlan dikin coşe Dibêjin helbestên xweşe Bikêf û reqsin dîjle û firat Gulistana min dikin felat. S Mêrdînî 10.11.2021

SEYDA

Resim
SEYDA.! Seyda dizanim hov tim li dû menin, berjewendî bû wek marê belek. Wan geh li serî û wan mejî dan, geh li sîng û li kêleka menin. Seyda xirab pir bûn ew li haletê, bi xapînokin her wekî aletin. Noker bi navê sîxorên ser xettê, felek xayîne ji dest firqetin. Seyda dara tehl û zilindar, ger tu av bidî bi ava zem zem û gulan. Fêkîyên wê dara zeqûme, wê tahl û zilindar bin bê guman. Seyda ne gulav û şerbet û hingiv, wê dara nake qût û berê şêrîn. Tehl û zilindare berê wê zeqûme, li ser kokê şax da bûye hêşîn. Seyda Mêrdînî 27.10.2021

EY JÎYAN

EY JÎYAN...! Li welatê min kenê te, kulîlk mezin dibin, bi rengê te, ji hewesa, wek azadiyê, tu digerî di nîvê dilê min de, ey jîyan ji lêvên te baran dibarin, ber bi welat ê canê min, ê bêber kulîlkên rengîn, di hundurê min de çêdibin, di her kulîlkê de tu, di her kulîlkê de kenek, bê guneh, wek bihuşta sermedî, ey jîyan ...! S Mêrdîn 31.10.2021

DÎLBER 1.

DÎLBER !. (1) Ey dîlbera bi xemgîn, ez di çirûskên çavên te de dihelim û winda dibim. -Min evîna xwe ya winda di kenê teyî germ de dît. -Dîlber ku ez di hesreta te de şewitîm û wek ewrekî avis û dagirtî! -Dema ku ez lê difikirîm tu çiqas xweş min ji hev belav dikî. -Ger ku ez ji tariyê derkevim û ber bi ronahiya geş bim ez ê ber bi çavên te birevim. -Ger ku ez şerbetê ji firmêskên çavên te binoşim, ji te re jî kevçîyek lazim e dîlber. -Ma gotinek tune ku tu vê evîndarê hejar û xerîb teselî bikî wekî ku tu meyla hezkirinêyî. -Ez ketim nav agir û pêtek, ez dîn bûm, tiştê ku ez bi salan lê di geriyam, min di te de dît dîlber, Bê haya te, min xewna te dît. -Her dem wekî ku tu ji zarokekî re lorîkekê distirê û min dikî xew dîlber, min dikî xew !... S Mêrdînî 01.11.2021

EZ BÛM

 Zarokên ku hatin kujer kirin                 Ez bûm                 EZ BÛM Dayikên ku hatin geran din                 Ez bûm Keç û bûkên ku hatin firotin                 Ez bûm Hewar û nalînên kal û pîran                 Ez bûm Bavên ku têne cercere kirin                 Ez bûm Mêrxasê di heps û zîndana                 Ez bûm Warên ku hatin wêran kirin                 Ez bûm Axên ku hatin bombe kirin                 Ez bûm Bajarên ku hatin kavil kirin                 Ez bûm Gundê ku hatin talan kirin                 Ez bûm Çiyayê ku hatî şewitandin                 Ez bûm Şerên li rojava û li rojhilat                 Ez bûm Zulma l'ser başûr û bakûr                 Ez bûm  Qêrîna li gund û li bajaran                 Ez bûm Seyda Mêrdînî 17.11.2019

DÎLBER 2

DÎLBER !. (2) Ez ji te hez dikim. Ji ber ku hêviyên min di dilê min de mezin dibe, û ji nişka ve gul û nêrgizên herî xweşik li hawir dora dilê min vedibin, dîlber .... Ez ji te hez dikim. Ji ber ku ez hemû ji hestên xwe yên xerab xilas dibim, ez bê guneh dibim her wekî zarokekî ku di gerdûna nû de çêbûye, dîlber .... Ez ji te hez dikim. Ji ber ku ez dibim mirovê herî bê guneh ê di gerdûnê û li hember her tiştê ne dîyar serî hildidim, ji ber vê yekê ez dibim wekî dengek ku li dijî neheqiyê serî hildide, dîlber .... Ez ji te hez dikim. Ji ber ku wexta dilê min her dem bi te re dimîne, ez têr xwar û tijî yê eşq û evînê me, û ez dibînim tu jîn û jîyana min, hebûn û ne hebûna minî, dîlber .... S Mêrdînî 02.11.2021

DELALA MİN.

DELALA MİN! Gerdûnek min heye, tu ezmanê minî, ez zemîn im. Jiyanek min heye, nîvê te, nîvê min. Laşek min heye, tu li hundirî, ez li derve me. Vêga di hindurê min de tu heyî, bi demê re mezin dibe. Her ku mezin dibe, ew giyana min dagir dike. Û tu laşê min ji min di dizî. Ew hewesa min ji bo te ye. Delala min evîna min ji te re wek çem e, Ber bi te ve diherike. Delala min ji te re wek sûlavê ye, Ji bo we ez bi kelecanim. Devê min, zimanê min bişewite, ji ber ku min şeraba evîna te vexwar. Wekî pêlên hêrs ên deryayê, ev dilê min ji te hez dike. Ger ne îro, ger ne sibehê, Delala min dê ezê te li roja ersatê bibînim .... S Mêrdînî 03.11.2021

EZ FÊR BÛM.

EZ FÊR BÛM.  Ez fêr bûm, ku guhdarî bikim, ku bikaribim bêdeng bimînim, ji bo ku ez zêde nepeyivim û poşman nebim, ez fêrî bêdengiyê bûm, ez fêrî evînê bûm, da ku nekevim ber nefretê, ez fêr bûm ku ez spasdar bim, da ku ez nankor nebim, ez fêr bûm ku bibêjim "erê" da ku şansek bidim mirovan, Ji bo ku di dawiyê de aciz nebim ez fêrî gotina "na" bûm, ez fêr bûm ku bibêjim "erê", da ku bibînim ku mirov dikarin çi bikin, ez fêr bûm ku bibêjim "na" da ku ez dikaribim sînoran dest nîşan bikim, ez fêr bûm ku bibêjim "niha" ji ber ku ez gavê dinirxînim, ez fêr bûm ku bêjim "paşê" ji ber ku divê hin tişt werin paş xistin, ez fêrî bêhn firehiyê bûm, her tişt wextê xwe heye, ji ber ku ez dizanim, ez fêrî ken bûm, ji bo ku ez xwe li jiyanê bigirim.

WESTİYAYÎ ME.

WESTİYAYÎ ME. Ji çûkê bi bask şikestî, vega ne cuda me, hêza min ne ma ku ez bimeşim. Hêza min tune ku ez li kesî guhdarî bikim. Ez naxwazim destê xwe dirêj bikim ji her kesî Ez ji parçeyên xwe yên xwîn xwar re tu teseliyê naxwazim. Ez nikarim gazî derman giriyê xwe bikim, destê xwe nedin birînên min Ez dixwazim bi xwe bimînim Ez niha westiyayî me, ez hinekî bêdengiyê dixwazim .... S Mêrdînî 14.11.2021

XWAR Û WEXWAR.

Min her tişt xwar û vexwar, min deriyên xwe ji her kesî re girt, ji gerdûna min a ku ez niha xwe tê de girtîme, ez bi pacê û şibakên derizî û şikestî li jiyanê dinêrim, her çend tiştek wekî ku xuya dikin, ez dikarim binivîsim û şîrove bikim, min ew bi pepûkekî mal wêran û kavil ber bi ezman ve berda, tiştê ku min nikarî bû binivîsanda, min wek birînekê di hindurê xwe de hişt, nûçeyên min yên, laş nerînê jî derkevin holê, hemû êşa dilê min, wê rojê hûnê kêliyên min de bibînin, çimkî ez gelekî tirsîyayî me her wekî kesê ji şîr tirsîyayî pufî dew dike. S Mêrdînî 08.11.2021

WÊRAN KIRIN

Resim
WÊRAN KIRIN ! Wêran kirin gund û bajar Mişextîbûn kesê zanyar Sîxor û hovên li ser kar Li quncikan dikin bazar Dinerî bar ji mêj ve dûre Noker gel dewleta kûre Li gel emerîqan û rûsin Kurd dane ber rim û şûre Wek zakokên li şanoyê  Hinek xayîn xistin rayê Em jî li pey ketine tayê Ser l'me kir kadîna kayê Kavilkirin kobanû şirnax Amed û efrîn tax û b'tax Nema xanî qesrû qonax Dil û hinav li me bûn dax Li dinyê wekî kurda nîne Para wan kujer û xwîne Jinav me noker û xayîne Xwîna me bi wan dirijîne Ê gel çepên kemalîstan Ne hiştin dar û daristan Li me têk da bax û bîstan Havîn li me kirin zivistan Gazî û hewar diçin banî Xwîn diherike fena kanî Em aza nebûn ji nezanî Hêvî Rebê zemîn û banî S Mêrdînî 11.11.2021

DÛR....

Resim
DÛR ... Dûr ji rast û çepê tirkan  ereb,ecem bi kerb û kîn Em welatê xwe hezbikin him ji netew û him ji jîn Gazî dikim xwişk û bira  li hev nebin wekî guran Ger em rast û zelal bin  barê me qe nabe giran Ji kurdistanê hezbikin  bi rih û wekî canê xwe Ji ziman û gel ala xwe li banî û eywanên xwe Hev karê mazlûma bin  dest bidin jar û feqîran Bibin kesê rex bêkesan  li xizmeta kal û bapîran. S Mêrdînî 08.11.2021

DEST BIDIN!

Resim
DEST BIDIN .! Dest bidin destê hevdu,  bona ku em bi serkevin. Dora sed milyon kurdin, ji bin destan derkevin. Ger çar bira bi yek bin, dê derî li kurda vebe. Her çar bira azad bin,  dê Kurdistan bi ava be. Ger ew roja xweş were, şewqê xwe bide welat. Li tevahî ya Kurdistan,  dê li me bibare xelat. Ger pişta hevdu bigirin, dê bibin kurdê rasteqîn. Em dibin dildarên welat,  bi eşq û evîn ew yeqîn. Ronahî dide hiş û mejî, dil jî wek find û çira. Êdî bi rûmet û dewlet, di warên her çar bira. Kurdistan dê li dil bijîn,  bi av zelal û bêhn gulav. Nav tevgera niştîman, tev dibin gula li ber av. S Mêrdînî 06.11.2020

STÛ XWARIM.

Resim
STÛ XWARIM! Ji derdê kurdistana sor Jar bûme wek mûkî por Zozan û deşt û derû dor Bi xem û bi keserim ez Pêncî salê min temam Benda te tim ez dimam Ji evîna te ez helîyam Hejar û perîşanim ez Tu cîhekî rind û hêjayî Wek lala nava gihayî Wek beybûna spîdayî Dîlbera stû xwarim ez. S Mêrdînî 06.11.2020

EZ DÛR KERIM.

Resim
EZ DÛR KETIM. Dema ji te ez dûr ketim  Dil êşî ya bi celda ketim Dema tu çû ez pê ketim Te ji ku anî ev ne rihetî Gawir bavê dil ma vala Laş nexweş ma bêhala Hiş çû ye serî ma vala Ar û pêt bi dilê min ketî Daxwaza mi zû vegere Ji bo herin kul û kesere Derd û kovan û kedere Bê te jiyan pirr zehmetî S Mêrdînî 08.11.2021

TEVGERÊN BERÊ!

Resim
TEVGERÊN BERÊ Xwezî bi wan demên berê Rûniştin bi balif û mînderê Siwarî ya bi hespa û b'kerê Kanî balîf û mînderê berê Em zarok bûn li nav gunda Li biyanîyê em bûne winda  Dileyîstin li ber çira û finda Kanî wan çira û findê berê Pale yî di kirin bi tevgerê Şixre bi hespa û bi kerê Ceh û gemin li bênderê Kanî paleyî û şixrên berê Sap di anîn ser bênderê Bi ajalan me dikir gêrrê Bavik û kalik ka didêrê Kanî ser bênderên berê Hedar dibûn bin sîberkê Hiznî û benî li çeqûberkê Xort û ciwan lê seyr dikê Kanî wan sîberkên berê Em di çûn ser mahserê Tirî dianîn bi pişt û kerê Dihesirand kal ê eskerî Kanî wan mahserê berê Gede û zarokên cîrana Diçûn dizîya nav bîstana Mikur di hatin zivistana Kanî wan zarokên berê Demê berê berf pir barî Xort û ciwan tim li darî Dilîstin tevde heta êvarî Kanî wan berfanê berê Şêxdawid didît direvîyan Em zarok pir jê ditirsîyan Xwe davêtin piştdevîyan Kanî wan dewranê berê Tehta zimzim binê malê Lêyîstin kab, xarik û pilê Ta êvarî ne diçûn malê Kanî wan lê

LI GEL NEYARÎ !

Resim
LI GEL NEYARÎ. Tu kelb û bar barek harî Te roj li me kirî ye tarî Tu xayînek li gel neyarî Xwîna gelê kurda xwarî Bi kurdanre tim dikî şere Tev mişextî w penabere Yê we bi rê ve xwelî sere Me ji wan ne dîtî ye xêre Kurdino de rabin serxwe Bigirin tola bapîrên xwe Tolaza derxin ji warê xwe Binasînin dost û yarê xwe S Mêrdînî 15.10.2021

ŞEVÊ DÎ !

Resim
ŞEVÊ DÎ !. Şevê dî xewnek dîtim, çûm civatek gundîya. Li wan kirim silavek, bersiva da min li piya. Xort û ciwan û kalbûn, gotin min li çi digerî. Tu ji warê xwe hezdikî,  lewma hatî ber derî. Ji bo min hate gotin, tu hatî bi mêvandarî.  Welat tim li bîra te be,  talî ya me gora tarî. Fermo ji bo min bêjin,  wî sirrî bikin beyan. Da ku zanibim haletê,  ew bo min bibe eyan. Tiştek bo min ne gotin, şîyarbûm ew bûn winda. Pirsa bo min girîng bû,  ew bersiv nebû peyda. S Mêrdînî 04.11.2021

GULPERÎ BÛ!

Resim
GULPERÎ BÛ! Çavên min li çava ketî Ji sînga min dil derketî Dil û hinav agir pêketî Hiş û mejî xweş dagirtî Dîyarî wek hîva şeve Li gel vîn û evîn eve Tîr avêt dil dernakeve Wek tava bi tîna xweve Ne ferişte û ne horî bû Çav mêjkuj û ew zerî bû Wek bêrîvana li bêrî bû Tîr li dil da gul perî bû Bi awiran ez aşiq kirim Eşq û evîn dil sincirim Mest kir û gel xwe birim Wek li ser ewran difirim S Mêrdînî 01.11.2021

EVÎNA TE!

Resim
EVÎNA TE .! Evîna te xewnek xweşe Ser sînga mi bizêr neqşe Çavên belek dîmen geşe Dil ji evîna te nexweşe Evîna te pir ji min dûre Birîn xedar û birin kûre Çava da girî kurre kurre Eşq û evîna te biqusûre Tu dil hişkî gelekî sertî Dil û cerg li min perpitî Ji kuştina min re xurtî Derman ji te min nedîtî Evîna te ne ya dila ye Jehra dûpişk û mara ye Dilê min pir pê êşya ye Serîkî ber min de naye S Mêrdînî 04.11.2021

ÇIMA NEHAT.

Resim
ÇIMA NEHAT.! Bo çi nehat li gel min Te ez helandim lê dînê Tu napirsî li rewşa min Bedew û rind û şêrînê. Dema ku çav bilîzîn Awir bi xwe mêrkujin Xwîna dilê min dimêjin Pir kûr dikin vê birîn ê.. Tu bi nirxî li cem min Pir bihaye dîna min Wer hisreta dilê min Em xweş bikin evîn ê. Di çavan de te hilînim Ji bo têr ez te bibînim Di wir de te bi hebînim Bihev re bijîn em dîn ê.. Dilê te min bi xwazî Li min qet meke nazî Bi kêf xweşî û serfirazî Carekê were mêrdîn ê. S Mêrdînî 31.10.2019

KOBANÊ.!

Resim
KOBANÊ Kobanê tu dil, rih û canî Şeref û rûmeta kurdanî Tu bê pişt û bê xwedanî Li vê cîhanê bêkes mayî. Tu biyanî û hem mêvanî Arek bizot li me dibarînî Kal û pîr û dayîk bi zarînî Li vê cîhanê bêkes mayî. Şêr û piling soz dane hev Xort û keça dîlan girt tev Kurd nizanin qet tirs û rev Li vê cîhanê bêkes mayî. Şerê daîş û çeta hovîtîye Kuştin û talan karê wî ye Nexuya ye ew tov ji kuye Li vê cîhanê bêkes mayî. Kobanê û efrîn û şengale Kurdistan giştî biyek male Kar dikin tev ji bo yek ale Li vê cîhanê bêkes mayî. S Mêrdînî 29.10.2018

DEM GELEKÎ DIJWARE.

Resim
DEM GELEKÎ              DIJWAR E. Kula dewr ê girane Dema axir zemane Ji derdan re dikane Dem gelekî dijwar e. Koçkirin dostê sadiq Gelek jê bûn minafiq Gerdûnde bûne xariq Dem gelakî dijwar e. Vêga demeke zore Dike pir çavan kore Dibin wek gayê sore Dem gelekî dijwar e. Dema talîya dewrê Pir kes diçin ji heqrê Ta ewan çûne kûfrê Dem gelekî dijwar e. Bi dev kî misilmane Dilde ne dîn û îmane Ne dil xwazê Qûrane Dem gelekî dijwar e. Dijmin ket şiklê dosta Bi devkî zana û hosta Ne xapin hûn bi posta Dem gelekî dijwar e. Bi dev dost lê neyare Kiras mê gurekî hare Jehra dûpişk û mare Dem gelekî dijwar e. Dema ew bête bame Di dilde kêr û qame Di peyvê de xulame Dem gelekî dijwar e. Dilê wî tev bi kîne Dema fersend dibîne Ne wijdan û ne dîne Dem gelekî dijwar e.  Kurdperwere bidevkî Heta wî naskî şevkî Tu bi xwe wî ji hevkî Dem gelekî dijwar e. S Mêrdînî 30.10.2021