DELALA MİN.

DELALA MİN!

Gerdûnek min heye, tu ezmanê minî, ez zemîn im.

Jiyanek min heye, nîvê te, nîvê min.

Laşek min heye, tu li hundirî, ez li derve me.

Vêga di hindurê min de tu heyî, bi demê re mezin dibe.

Her ku mezin dibe, ew giyana min dagir dike.

Û tu laşê min ji min di dizî.

Ew hewesa min ji bo te ye.

Delala min evîna min ji te re wek çem e,

Ber bi te ve diherike.

Delala min ji te re wek sûlavê ye,

Ji bo we ez bi kelecanim.

Devê min, zimanê min bişewite, ji ber ku min şeraba evîna te vexwar.

Wekî pêlên hêrs ên deryayê, ev dilê min ji te hez dike.

Ger ne îro, ger ne sibehê,

Delala min dê ezê te li roja ersatê bibînim ....

S Mêrdînî 03.11.2021

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL