KOBANÊ.!
KOBANÊ
Kobanê tu dil, rih û canî
Şeref û rûmeta kurdanî
Tu bê pişt û bê xwedanî
Li vê cîhanê bêkes mayî.
Tu biyanî û hem mêvanî
Arek bizot li me dibarînî
Kal û pîr û dayîk bi zarînî
Li vê cîhanê bêkes mayî.
Şêr û piling soz dane hev
Xort û keça dîlan girt tev
Kurd nizanin qet tirs û rev
Li vê cîhanê bêkes mayî.
Şerê daîş û çeta hovîtîye
Kuştin û talan karê wî ye
Nexuya ye ew tov ji kuye
Li vê cîhanê bêkes mayî.
Kobanê û efrîn û şengale
Kurdistan giştî biyek male
Kar dikin tev ji bo yek ale
Li vê cîhanê bêkes mayî.
S Mêrdînî 29.10.2018
Yorumlar
Yorum Gönder