TEMENÊ MIROV
TEMENÊ MIROV.
Zarokatî û ciwanî, dema sax û dilgeş bin, mîna biharê ne, dema ku hemû nebat zindî dibin, şîn dibin û dibin fêkî, ew dem bihara mirov e ....
Demsala, ku dema fêkî digihêjin û çêdibin, dişibihe temenê mezin bûnê, ku hêz û hêza mirovan e, mirov ne di kêmasiyê de ye, ew dem havîna mirov e ....
Temenê ku por dest pê dike spî dibe, diran dikevin, guh kerr û kêm dibihîzin û çav tarî û kêm dibînin, ew dem payîza mirov e ....
Temenê ku dest lê dihejin nîşan dide, ku hêz qediya ye, ew nikare bê gopal bimeşe, qet naxebite û hemî karîgerî diqede, ew dem zivistana mirov e....
S Mêrdînî 29.10.2020
Yorumlar
Yorum Gönder