DEST BIDIN!



DEST BIDIN .!


Dest bidin destê hevdu, 

bona ku em bi serkevin.

Dora sed milyon kurdin,

ji bin destan derkevin.


Ger çar bira bi yek bin,

dê derî li kurda vebe.

Her çar bira azad bin, 

dê Kurdistan bi ava be.


Ger ew roja xweş were,

şewqê xwe bide welat.

Li tevahî ya Kurdistan, 

dê li me bibare xelat.


Ger pişta hevdu bigirin,

dê bibin kurdê rasteqîn.

Em dibin dildarên welat, 

bi eşq û evîn ew yeqîn.


Ronahî dide hiş û mejî,

dil jî wek find û çira.

Êdî bi rûmet û dewlet,

di warên her çar bira.


Kurdistan dê li dil bijîn, 

bi av zelal û bêhn gulav.

Nav tevgera niştîman,

tev dibin gula li ber av.


S Mêrdînî 06.11.2020

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL