STÛ XWARIM.



STÛ XWARIM!


Ji derdê kurdistana sor

Jar bûme wek mûkî por

Zozan û deşt û derû dor

Bi xem û bi keserim ez


Pêncî salê min temam

Benda te tim ez dimam

Ji evîna te ez helîyam

Hejar û perîşanim ez


Tu cîhekî rind û hêjayî

Wek lala nava gihayî

Wek beybûna spîdayî

Dîlbera stû xwarim ez.


S Mêrdînî 06.11.2020

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL