WÊRAN KIRIN





WÊRAN KIRIN !


Wêran kirin gund û bajar

Mişextîbûn kesê zanyar

Sîxor û hovên li ser kar

Li quncikan dikin bazar


Dinerî bar ji mêj ve dûre

Noker gel dewleta kûre

Li gel emerîqan û rûsin

Kurd dane ber rim û şûre


Wek zakokên li şanoyê 

Hinek xayîn xistin rayê

Em jî li pey ketine tayê

Ser l'me kir kadîna kayê


Kavilkirin kobanû şirnax

Amed û efrîn tax û b'tax

Nema xanî qesrû qonax

Dil û hinav li me bûn dax


Li dinyê wekî kurda nîne

Para wan kujer û xwîne

Jinav me noker û xayîne

Xwîna me bi wan dirijîne


Ê gel çepên kemalîstan

Ne hiştin dar û daristan

Li me têk da bax û bîstan

Havîn li me kirin zivistan


Gazî û hewar diçin banî

Xwîn diherike fena kanî

Em aza nebûn ji nezanî

Hêvî Rebê zemîn û banî


S Mêrdînî 11.11.2021

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL