DÛR....
DÛR ...
Dûr ji rast û çepê tirkan
ereb,ecem bi kerb û kîn
Em welatê xwe hezbikin
him ji netew û him ji jîn
Gazî dikim xwişk û bira
li hev nebin wekî guran
Ger em rast û zelal bin
barê me qe nabe giran
Ji kurdistanê hezbikin
bi rih û wekî canê xwe
Ji ziman û gel ala xwe
li banî û eywanên xwe
Hev karê mazlûma bin
dest bidin jar û feqîran
Bibin kesê rex bêkesan
li xizmeta kal û bapîran.
S Mêrdînî 08.11.2021
Yorumlar
Yorum Gönder