TEVGERÊN BERÊ!



TEVGERÊN BERÊ ....


Xwezî bi wan demên berê

Rûniştin bi balif û mînderê

Siwarî ya bi hespa û b'kerê

Kanî balîf û mînderên berê


Em zarok bûn li nav gunda

Li biyanîyê em bûne winda 

Dileyîstin li ber çira û finda

Kanî wan çira û findên berê


Paleyî dikirin bi tevgerê

Şixre bi hesp û bi kerê

Ceh û gemin li bênderê

Kanî pale û şixrên berê


Sap di anîn ser bênderê

Bi ajalan me dikir gêrrê

Bapîr û dêpîr ka didêrê

Kanî ser bênderên berê


Hedar dibûn bin sîberkê

Hiznî û benî li çeqûberkê

Xort û ciwan lê seyr dikê

Kanî wan sîberkên berê


Em di çûne ser mehserê

Tirî dianîn bi pişt û kerê

Dihesirand kal ê eskerî

Kanî wan mehserên berê


Gede û zarokên cîrana

Diçûn dizîya nav bîstana

Mikur di hatin zivistana

Kanî wan zarokên berê


Demê berê berf pir barî

Xort û ciwan tim li darî

Dilîstin tevde heta êvarî

Kanî wan berfanên berê


Şêxdawid didît direvîyan

Em zarok pir jê ditirsîyan

Xwe davêtin piştdevîyan

Kanî wan dewranên berê


Tehta zimzim binê malê

Lêyîstin kab, xarik û pilê

Ta êvarî ne diçûn malê

Kanî wan lêyîstikên berê


Hecî siloyê niho navdar

Diaxivî em dibûn guhdar

Behs û çêlê tiştên kevnar

Kanî wan rîh spîyên berê


Evdo û sîrac wek bira bûn

Hev re soz û bi biryar bûn

Şêx û qadê ew jî wisa bûn

Kanî wan dostanî ya berê


Şanoyî bûn remo û emer

Leşker bûn on başî û er

Dijhev wek berxên qemer

Kanî wan henekên berê


Xalê mihemed ê emer

Izeddînê bi kul û keser

Qur'an dixwendî ji ber

Kanî wan rindên berê


Hecî mihemed hecî biro

Hecî rêşîd û xalê dawo

Mizgeftde bûn hero diro

Kanî wan sofiyên berê


Mele Elî pir guh badida

Carina gopal li me dida

Melê wisa nehat gunda

Kanî wan melayên berê


Xelê dilho dîrok nas bû

Bi nav û deng bi esas bû

Xwedî gelek bi biryar bû

Kanî wan biryarên berê


Apê semed pirr nijdî bû

Pêjgîr û piyal tim pêre bû

Di hîsab da pir zanyar bû

Kanî wan zanyarên berê


Pîra besna rind nûjdare

Dermanê wê ji pelê dare

Ji êşa birîna bi yek care

Kanî wan nûjdarên berê


Xaltîya zeyno dapîrik bû

Jinek jîr û pir jê hatî bû

Pîrika hemû du canî bû

Kanî wan dapîrikên berê


Ax laqirdî yên xalê şakir

Wekî hingiv û wekî şekir

Bîr nekin xalê hecî bekir

Kanî wan laqirdên berê


Remê gulê qalûn kêş bû

Her dem qalûn li pêş bû

Li ser dixan û tim mijbû

Kanî qalûn vexurên berê


Hecî silêman apê delal

Camêr bû li derv û mal

Aşitî xwaz bû bi her hal

Kanî wan camêrên berê


Bavê fexrî şahê dengbêj

Mihemed hilo ew jî dibêj

Êş û jana me dûr davêj

Kanî wan stranên berê


Xalê mihemedê hecî ereb

Şahîkêş bû gelek bi edeb

Desmal, qemta wî a heleb

Kanî wan şahîkêşên berê


Evan kesan pir bi nirx bûn

Gundî tevde wek bira bûn

L' şar û welatan belav bûn

Kanî nirx û hêjayên berê


Kurd li ser xaka xwe bûn

L'ber sînga maka xwe bûn

Guhdar çîrokê dayika bûn

Kanî ew çîrok bêjên berê


Ji bîr nabin demên berê

Seyrangehê geşt û gerê

Şev bihûrkên kal û pîrê

Kanî şev bihûrkên berê 


Seyda Mêrdînî

                  13.01.2021

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

HOZAN DILGEŞ

XERÎBÎ

PAYTEXTA DILÊ MIN TUYÎ