EVÎNA TE!
EVÎNA TE .!
Evîna te xewnek xweşe
Ser sînga mi bizêr neqşe
Çavên belek dîmen geşe
Dil ji evîna te nexweşe
Evîna te pir ji min dûre
Birîn xedar û birin kûre
Çava da girî kurre kurre
Eşq û evîna te biqusûre
Tu dil hişkî gelekî sertî
Dil û cerg li min perpitî
Ji kuştina min re xurtî
Derman ji te min nedîtî
Evîna te ne ya dila ye
Jehra dûpişk û mara ye
Dilê min pir pê êşya ye
Serîkî ber min de naye
S Mêrdînî 04.11.2021
Yorumlar
Yorum Gönder