SEYDA
SEYDA.!
Seyda dizanim hov tim li dû menin, berjewendî bû wek marê belek.
Wan geh li serî û wan mejî dan, geh li sîng û li kêleka menin.
Seyda xirab pir bûn ew li haletê, bi xapînokin her wekî aletin.
Noker bi navê sîxorên ser xettê, felek xayîne ji dest firqetin.
Seyda dara tehl û zilindar, ger tu av bidî bi ava zem zem û gulan.
Fêkîyên wê dara zeqûme, wê tahl û zilindar bin bê guman.
Seyda ne gulav û şerbet û hingiv, wê dara nake qût û berê şêrîn.
Tehl û zilindare berê wê zeqûme, li ser kokê şax da bûye hêşîn.
Seyda Mêrdînî 27.10.2021
Yorumlar
Yorum Gönder