DÎLBER 1.
DÎLBER !. (1)
Ey dîlbera bi xemgîn,
ez di çirûskên çavên te de dihelim û winda dibim.
-Min evîna xwe ya winda di kenê teyî germ de dît.
-Dîlber ku ez di hesreta te de şewitîm û wek ewrekî avis û dagirtî!
-Dema ku ez lê difikirîm tu çiqas xweş min ji hev belav dikî.
-Ger ku ez ji tariyê derkevim û ber bi ronahiya geş bim ez ê ber bi çavên te birevim.
-Ger ku ez şerbetê ji firmêskên çavên te binoşim, ji te re jî kevçîyek lazim e dîlber.
-Ma gotinek tune ku tu vê evîndarê hejar û xerîb teselî bikî wekî ku tu meyla hezkirinêyî.
-Ez ketim nav agir û pêtek, ez dîn bûm, tiştê ku ez bi salan lê di geriyam, min di te de dît dîlber,
Bê haya te, min xewna te dît.
-Her dem wekî ku tu ji zarokekî re lorîkekê distirê û min dikî xew dîlber, min dikî xew !...
S Mêrdînî 01.11.2021
Yorumlar
Yorum Gönder