LI EYWANA TE
LI EYWANA TE .!..
Li eywana te ez rûniştim
Bê kesim û ez bê piştim
Ne yek û ez sed hezarim
Loma bigaz û zare zarim
Wusa ye rewşa gelê min
Ax bê çi hatî ye serê min
Ji derdan re ez ser gêjim
Ma hîna çi ji we re bêjim
Çûm meygeha kela bircan
Lê civîn çend dostê bi can
Sifrevan tînin meya tîr rê
Piyalên bi neqşên li dorê
Di bêjin tim ji bona noşe
Serî li giştkan bûye doşe
Bi şahî û dîlan dikin coşe
Dibêjin helbestên xweşe
Bikêf û reqsin dîjle û firat
Gulistana min dikin felat.
S Mêrdînî 10.11.2021
Yorumlar
Yorum Gönder