EY JÎYAN
EY JÎYAN...!
Li welatê min kenê te,
kulîlk mezin dibin,
bi rengê te,
ji hewesa,
wek azadiyê,
tu digerî di nîvê
dilê min de,
ey jîyan
ji lêvên te
baran dibarin,
ber bi welat ê
canê min,
ê bêber kulîlkên rengîn,
di hundurê min de
çêdibin,
di her kulîlkê de tu,
di her kulîlkê de kenek,
bê guneh,
wek bihuşta sermedî,
ey jîyan ...!
S Mêrdîn 31.10.2021
Yorumlar
Yorum Gönder