ŞEVÊ DÎ !



ŞEVÊ DÎ !.


Şevê dî xewnek dîtim,

çûm civatek gundîya.

Li wan kirim silavek,

bersiva da min li piya.


Xort û ciwan û kalbûn,

gotin min li çi digerî.

Tu ji warê xwe hezdikî, 

lewma hatî ber derî.


Ji bo min hate gotin,

tu hatî bi mêvandarî. 

Welat tim li bîra te be, 

talî ya me gora tarî.


Fermo ji bo min bêjin, 

wî sirrî bikin beyan.

Da ku zanibim haletê, 

ew bo min bibe eyan.


Tiştek bo min ne gotin,

şîyarbûm ew bûn winda.

Pirsa bo min girîng bû, 

ew bersiv nebû peyda.


S Mêrdînî 04.11.2021

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL