ÇIMA NEHAT.



ÇIMA NEHAT.!


Bo çi nehat li gel min

Te ez helandim lê dînê

Tu napirsî li rewşa min

Bedew û rind û şêrînê.


Dema ku çav bilîzîn

Awir bi xwe mêrkujin

Xwîna dilê min dimêjin

Pir kûr dikin vê birîn ê..


Tu bi nirxî li cem min

Pir bihaye dîna min

Wer hisreta dilê min

Em xweş bikin evîn ê.


Di çavan de te hilînim

Ji bo têr ez te bibînim

Di wir de te bi hebînim

Bihev re bijîn em dîn ê..


Dilê te min bi xwazî

Li min qet meke nazî

Bi kêf xweşî û serfirazî

Carekê were mêrdîn ê.


S Mêrdînî 31.10.2019

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL