DEM GELEKÎ DIJWARE.
DEM GELEKÎ
DIJWAR E.
Kula dewr ê girane
Dema axir zemane
Ji derdan re dikane
Dem gelekî dijwar e.
Koçkirin dostê sadiq
Gelek jê bûn minafiq
Gerdûnde bûne xariq
Dem gelakî dijwar e.
Vêga demeke zore
Dike pir çavan kore
Dibin wek gayê sore
Dem gelekî dijwar e.
Dema talîya dewrê
Pir kes diçin ji heqrê
Ta ewan çûne kûfrê
Dem gelekî dijwar e.
Bi dev kî misilmane
Dilde ne dîn û îmane
Ne dil xwazê Qûrane
Dem gelekî dijwar e.
Dijmin ket şiklê dosta
Bi devkî zana û hosta
Ne xapin hûn bi posta
Dem gelekî dijwar e.
Bi dev dost lê neyare
Kiras mê gurekî hare
Jehra dûpişk û mare
Dem gelekî dijwar e.
Dema ew bête bame
Di dilde kêr û qame
Di peyvê de xulame
Dem gelekî dijwar e.
Dilê wî tev bi kîne
Dema fersend dibîne
Ne wijdan û ne dîne
Dem gelekî dijwar e.
Kurdperwere bidevkî
Heta wî naskî şevkî
Tu bi xwe wî ji hevkî
Dem gelekî dijwar e.
S Mêrdînî 30.10.2021
Yorumlar
Yorum Gönder