DÎLBER 2

DÎLBER !. (2)


Ez ji te hez dikim.

Ji ber ku hêviyên min di dilê min de mezin dibe, û

ji nişka ve gul û nêrgizên herî xweşik li hawir dora dilê min vedibin, dîlber ....


Ez ji te hez dikim.

Ji ber ku ez hemû ji hestên xwe yên xerab xilas dibim, ez bê guneh dibim her wekî zarokekî ku di gerdûna nû de çêbûye, dîlber ....


Ez ji te hez dikim.

Ji ber ku ez dibim mirovê herî bê guneh ê di gerdûnê û li hember her tiştê ne dîyar serî hildidim, ji ber vê yekê ez dibim wekî dengek ku li dijî neheqiyê serî hildide, dîlber ....


Ez ji te hez dikim.

Ji ber ku wexta dilê min her dem bi te re dimîne, ez têr xwar û tijî yê eşq û evînê me, û ez dibînim tu jîn û jîyana min, hebûn û ne hebûna minî, dîlber ....


S Mêrdînî 02.11.2021

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL