GULPERÎ BÛ!
GULPERÎ BÛ!
Çavên min li çava ketî
Ji sînga min dil derketî
Dil û hinav agir pêketî
Hiş û mejî xweş dagirtî
Dîyarî wek hîva şeve
Li gel vîn û evîn eve
Tîr avêt dil dernakeve
Wek tava bi tîna xweve
Ne ferişte û ne horî bû
Çav mêjkuj û ew zerî bû
Wek bêrîvana li bêrî bû
Tîr li dil da gul perî bû
Bi awiran ez aşiq kirim
Eşq û evîn dil sincirim
Mest kir û gel xwe birim
Wek li ser ewran difirim
S Mêrdînî 01.11.2021
Yorumlar
Yorum Gönder