Kayıtlar

Ocak, 2022 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

DÎLBER RINDA MIN TUYÎ

Resim
DÎLBER RINDA                  MIN TUYÎ Dîlber rinda                   min tuyî Palder û pala                  min tuyî Kulîlk û gula                  min tuyî Perî û horîya                   min tuyî Şepal û şêrîna                  min tuyî Çira û finda                  min tuyî Şekir û qenda                  min tuyî Dost û yara                  min tuyî Sebr û kovana                  min tuyî Nasyar û xêza                  min tuyî Lehenga pişta                  min tuyî Ava di peyala                   min tuyî Dem û wexta                   min tuyî Sorgula baxê                  min tuyî Birîna dilê                  min tuyî Rist û helbesta                  min tuyî Hest û tevgera                  min tuyî Naz û narîna                  min tuyî Eşq û evîna                  min tuyî Cîh û wargeha                  min tuyî Aram û kesera                  min tuyî Çolistan, sehra                  min tuyî  Ez darim şaxê                  min tuyî Deşt û zozanê                 min tuyî Geş

KÎ NIZANI?

Resim
KÎ NlZANI? Ew bi evîna xwe bi can gorî ye Ew bi hebûna xwe nas bûyî ye Ew bi xebata xwe pêş çûyî ye Ew bi navê xwe deng dayî ye Ew bêrî û kevanîya bermalî ye Ew dayik,xwişka jîr û hejayî ye Ew jîna pak û rind bixweyî ye Kî nizani pirs kin ji dîrok ê ew kî ye?           ------> L.... ....m? S Mêrdînî 08/01/2018

MIRIN NADE!

Resim
MİRİN NADE! Mirin nade mecalê jiber ku her rojan Dibînî tu mirina şah û axa û began Wusa mezinên gelek şar û gundan Bi bejin û bala xwe ne xape tu xerîbî Gava ferîştê mirinê ji nedîtî li serte bî Ji rûhê xweyî şêrîn j'dest û niga dibî Li kune kemo,îsmo hevalên wan Nemrûd û fîrewn û wezîrên wan Ya Xweda tu roja ersatê bi rehma xwe Binêre li me ji bona xatirê resûlên xwe Mirin ji bona hemû yan re hemû çûn Wek feqîr û şivan, gavan û bê kesan Seyda Mêrdînî 16/01/2020

LI HALÊ XWE BI PIRSIN

Resim
LI HALÊ XWE BI PIRSIN Ger ku em li halê xwe bi pirsin Em ê zû bibin xwedanê kursî  Dema ku em tev hev bi tirsin Nabin xwedî meqam û kursî Ger em kurd li xwe ne pirsin Kes nizane tu kîye an çi kesî Ger em ji hov û neyar bi tirsin Qet em nabin xwedî taç û kursî Bi hevre bi gerin li diroka xwe Dest bidin hev ji bo gelê xwe Ber hev bikin çîrok ji bo xwe Wan çîroka bi xwînin bi dersî Seyda Mêrdînî 26/01/20

MÊRDÎNÊ!

Resim
MÊRDÎNÊ Mêrdînê cîh bilinde Dora wê tije gunde Weke êşa evînê Çiqas xweş û rinde Mêrdînê çiqas xweşe Li nêz wê çemê reşe Geştyar lê dikin meşe Wek xezalên çav reşe  Mêrdînê xweş mêrdîne Dilê min jê re heyrane Dema ez wê nebînim Dibim wek mal talane Mêrdînê xweş şêrîne Welehî weke evîne Gava ez bi bîr nînim Agir dikeve dil û vîne Ew govenda li dare Li ezman kesk û sore Evîndar û dil dare Ew mêrdîna kevnare S Mêrdînî 21.11.2019

FELEKÊ YEMAN.

Resim
FELEKÊ YEMAN. Ax û wax li min hey felekê yeman Gelê kurd şerpeze bêbextê zeman Derfet neda me sed sal bû heman Dema mecalê wekî kewin eman Felek xapînok her dem li dîrok Bala xwe nade bi nîşav û bigok Wek kurda tune li gerdûn çîrok Derbek da netew li cerg û dilok Meferê didin dijminê xwîn xwar Wan xayîn û sîxor l'me kir neyar Bê esl û feslin wekî gurên har Ji ber ewê ye me qêrîn û hewar Seyda Mêdînî 15.01.2022

KA NİŞTÎMAN

Resim
KA NIŞTÎMAN. Gundê min xweşe li alî çîyê da Berfa spî wa xuyaye di hefê da Dengê avê xweş tê ji teht û zinara Xûşe xûşa nav kûlîlk û gula da Ka gundê min Ka niştîman ka warê min Kanî deşt û çîya û zozan Yên pişt û hêz didan min Dûr ketime ji xaka bav û kalê xwe Ji seyran û li ber çem û robarên xwe Dar mazî bûm l'nav ax û zevîyên xwe Mişextî bûm dûr ketim ji hêvîyên xwe Ka gundê min  Ka niştîman ka warê min Kanî deşt û çîya û zozan, Yên pişt û hêz didan min Ka awaz û dengê li nava  çîya. Ka taştîya li bin darê berû devîya Ka ew rojên em çûn karê çolê   Çiqas zore gava bibîra me têya Ka gundê min Ka niştîman ka warê min Kanî deşt û çîya û zozan Yên pişt û hêz didan min.  Seyda Mêrdînî 17.01.2022

DELALÊ.

Resim
DELALÊ Nav delalê Çav xezalê Dem hevalê Can li balê Bo te har im  Serte gêj im Tim dibêj im  Kahr xezalê Bejn sipînge Bêhna pûnge Li ser  sînge Ez li balê  Sîng ji geştê  Bax bihuştê  Lêv niviştê  Ruh li balê  L'min bû şev Li dû nekev Ez li ber çav Tim li balê  Ez helîya me Ber pêla me Ez b'xula me Bejn û balê  Bê hedan im Mal wêran im Dil perwan im Ennî bi deqê Seyda Mêrdînî 24//01//2020

Dilber

DÎLBER. Dîlber dûr ketina ji te, ez har û dîn kirim.  Eşq û evîna te, dil bi ar û bizot kirim. Ez ji bona te, ava kanîya, bi jîn im. Dîlber tu carekê, min bike, mêvanê xwe. Ezê te bi ronahî kim, ji bo çavên xwe. An jî ezê te, bi gerden kim, li ser laşê xwe. Dîlber ger tu bixwazî ezê sîng û beran ji tere bikim, paşîv û porên herîrî, yên bi kezî, li der dor ê, dorbend kim. Bi deng û sewt û awaz kim. Stranan, di guhê te de, bi deng kim. dîlber bi deng kim. Seyda Mêrdînî 13.01.2022

ŞEVA REŞ DE.

Resim
ŞEVA REŞ DE. Di tarî ya şeva reş de, ez çir û finda bi geşim. Laş tevde bûye agirpij, ez bi carekê vêketim. Min nema sebr û mecal, ez bi derd û kulê welatim. Evîn welat mixabin jiber, bi hov û sîxora da ketim.  Ji ber teva bûme koçber, him penaber û mişextim. Ey qirêj xayînên bêrûmet, bo te em û ez bê taqetim. Ger ku tu pirsê ji min bikî, ez tim bi xewn û xeyalim. Şev û roj ji bo te dinalim, tim bi axîn û bi keserim. Ez bilbil im li ser gulim ji bo niştîman dixwînim. Li welatê min kurdistan, ji dost û yara dûr ketim. Li gel dîlber tim dinalim, ez zirav bûm wek hîlalim Mil û baskê min şikestî, dinalim ez bê çarim. Di hêtûna eşqa derbasî, min got qe ez dîlberim. Talîya temenê xwe da, bi qeyd û bê dewletim. S Mêrdînî 11/01/2020

DAYÊ

Resim
DAYÊ. Dayê çiya pir bilind e, tev bi xwînê bûye sor. Xwînê daye serê çiyan,  teht û lat jê bûye sor. Dayê dil bi ar û bizote,  xwîn û elem hawir dor. Bimbe ji jor têne xwar, berf ji xwînê bûye sor. Dayê çi dojeh û ç'pête xwîn û agir der û dor Weke çiya yê ararate gelîyê zîlan jê bibû sor Car dêrsim û mihabat piştre helebçe hate dor Ew sê darên li paytext amed ji xwînê bibû sor  Dayê bi kîmya û şewat,  hêlek kujer û xwîna sor. Dayik bi qêrîn û heware,  ji qîr û girî çav kirin kor. Dayê kuç û kevir digirî, tîgris û firat bûye sor. Hin kuştî û hin birîndar,  bi kom em xistine gor. Ya xweda yê dilovan, dibînî tewşa me li jor. Ev komkujîya roboskî,  li me gelekî bûye zor. S Mêrdînî 26.12.2019

EVÎNÊ CELADIN

Resim
EVÎN Ê CELADIN Li biyanîyê dipirsim, çiqas zor û zehmete. Bê niştîman ditirsim, wek ecêb û sosrete. Dil û cerg bi xeterin, nabe car car lê çare. Li evîna xwe digerin, wek cazîba cercere. Kurdî hiştine li welat, ew zarê xweyî kûbar. Gava ku b'kar neynin, wekî li min didin dar. Kurdê meyî pênûs şûr, jibo kurdî bûne çavkor. Ew eşq û evî ê celadin, kurdî bi wan tehl û şor. Navê wî jî rewşen bîre, kurtan li piştê kerê pîr. Ziman asîmle û biyanî, bo wî wek şerbet û şîr. Şerm û eybek giran e, dema rastîyê nabînin, Tu bipirsî wek bilbilin, bi zarê xwe naxwînin. S Mêrdînî 11/01/2022

GELEK ŞÊRÎNE NAVÊ TE!

Resim
GELEK           ŞÊRÎNE                     NAVÊ TE! Çiya û zozan, deştê te Tev zevî û mêrgên te Diçêrim wek berxê te Gelek şêrîne navê te Li daristan û çolê te Ser kat, lat û zinarên te Dilîzim wek xezalê te Gelek şêrîne navê te Rex çem û robarê te L' ser birk û kanîyên te Ez berê dar û dehlê te Gelek şêrîne navê te Dinav werz û baxê te  Şitl û lem û katên te Sincim lidor baxçê te Gelek şêrîne navê te Diger im li çiyayên te  Li xayîn û dijminên te  Ez nêçîr dikim ji bo te Gelek şêrîne navê te Ser birc û kelhayê te Di kozk û çeperên te  Nobet digirim ji bo te Gelek şêrîne navê te Dor gund û bajarê te Şoreş gerim di rêya te Ez can gorî me ji bo te Gelek şêrîne navê te S mêrdînî, 11,06,2020

ŞENGALE !

Resim
ŞENGALE ! Gul gula min şengale  Warê   zerdeştê  kale Çi  warekî  pir  xweşe  Bome kurda ew male Wargeha min êzîdxane Wê  gelek şehîd  dane Dinya  alem  tev  zane Şengalre tine dermane  Bibin yek û bi hêz bin Ne kîn û bi şewat bin Em timî bi hev re bin Bi civîn û tev  ger bin Şengalê em qet nedin Ji destê xwe bernedin  Ber  siva  hovan  bidin Çerxê  li  dijmin  badin Şengal  bi xwe  dayike Hem  xaltîk  û  metike  Kurdo şengal bîr neke Seyda xwe bi gorî dike S Mêrdînî  05.08.2019

DELAL

Resim
DELAL Delal dema minte naskir Dilêmin de te evîn sazkir Gul û nêrgiz tevde bînda Te min ji xema xelas kir  Delal xweş şêrîn û yare Ji xwere kirim evîndare  Herder bomin bû bihare  Xweşe bi min cî û ware Delal li geşt û seyrane Em bikin şahî û dîlane Dinava gowend û şane  Ez û delal, li hev bane Delal soz û bi bir yara Em dûr kevin ji neyara Ji xayîn û zalim û jara Herin warê dost û yara S Mêrdînî 16.05.21 Wêne; S mêrdînî

KANÎ EM BIRAYÊ HEV BÛN.

Resim
KANÎ EM BIRAYÊ HEVBÛN Zulm û zorê li me dikin Me tune w parçe dikin Bi darê zorê talan dikin Me ji gund û wara dikin Kanî em birayê hevbûn Me bin çav û lêdan dikin Heçê zîrek zîndan dikin Kuştina me ew şa dibin B'derûnasî me tunê dikin Kanî em birayê hevbûn B'kêf nebûn em tucaran Ji dest dijmin û neyaran Ne azad bûn li ser karan Li dij hov li dijî gemaran Kanî em birayê hevbûn S Mêrdînî 15.08.2021

BI RENG Û RÛYÊ!

Resim
BI RENG Û RÛYÊ. Nebe hevalê bêbext ê ser kêşin Meyla bi wan re her wekî êş û jane Hevaltîya neyarê jîr û b'dad başin. Ji nizm bûna ser kêşan pir çêtir bizane Bi reng û rûyê zimanê xweş nexapin Pirê kar û barê wan tevhev ziyane Bi kal û pîran, mezinan re rabe rûnin Rûniştina bi wan re baxê cinane Ger kulîlkên çiyan tî û bê avbin Ji bo mirovên hêja xweş zozane Bes û bese heye wê de ava jînin Were ji kanî yê tu kesek pê nizane Ya Rebb kurdê cur bi cur li kurdistanin  Tu wan bi parêze heta axir zemane S Mêrdînî 02.01.2020

BAVÊ HOZAN.

Resim
H Bavê Hozan  Bavê hozan ez benî, zimanê me têk birin. Bê hiş li gel neyaran,   hevalên hirç û gurin. Ligel kesên rind û baş,  neyên xapînoka cehş. Xort û ciwanên kurda,  daxdan bi koz û bimaş. Dûrin ew ji heqîqetê, xwe firotin gel neyar. Ji çand û ziman kirin,  ronî li me kir tarûmar. Keçên kurda revandin,  li sûk û qadan firotin. Ew tirk û ereb û ecem,  bêhiş û nezan li piştin. Dest bidin destê hevdu,   nedin dû wan sîxora. Hemberî hov û dijmin, bibin wek xwîşk û bira. Ger ziman çû em jî çûn,  bi kêrnayê em bidin dû. Winda dibe çanda me, bibin xwedî em lê zû. S Mêrdînî 17.12.2021

HEVALO

Resim
HEVALO! Meke zulmê li feqîra,           li stembara tu carî. Tu axa bî tu beg bî,            ya jî dûpişk û marî.  Ger zîyan ji bo te,           hînbûyî kiribe karî. Tu siltan bî tu arî bî,           ya jî mozeke harî. Bi êşa tu kesî nabî,           xwedî êşan û jarî. Dar û lat û zinarî,           ya jî kevir ê dîwarî. Meke tahdê li kesê,           bin destan tu siwarî. Li hespa şîna kihêl,           tu yê were xwarî. Nînin tu tişt li ser,           curek xwe bimîn e. Ew di kevin xwarê,           wekî sêva li darî. Meke hewar ji ber,           kul û derda hevalo, Bi avan tim avisin,           her ewrên reş û tarî. Seyda Mêrdînî,           28//12//2019

MIN DIL DA BÛ

Resim
MIN DIL DABÛ. Min dil dabû zerîyek, gava ez xort bûm seyda. Çerxa felek çep gerî, hişê min çû bûm şeyda. Temen çû ez bûme kal, min por û rîh kire sipî. Min ne divêt milk û mal, bê hêzim ji dest û pî Payîz hate bû bihar, ciwanî ji min çûye dûr. Pîrî li min bû mêvan, birînê min bûye kûr. Min dil tije xem û kul, pîrî û kal tî naye bîr. Guhê min bûne giran, xwîya ye ku bûme pîr. Dûr nabînim çav tarî, ev bo min lawaz û jar. Çogê min bi êş û jan, nikar bimeş wekî par. Li xeyalan rawestîm, biyanî bûye jehra min. Î ro bo min wargehe, hawil bûye para min. Heye ku ev bextê min, gel wê dijîm ji neçar. Girane barê pişta min, ez bûme dîlê bê çar. S Mêrdînî 01.01.2022 Li rêça Mêrsînê ....

NE MEŞ TU CAR.

Resim
NE MEŞ TU CAR Ne meş tucar li dû ehmeqê bê hiş Ger bi mal be dewlemend û xuya be Di rewşa pêzevî çiqas pêş de here Ji wî hêvîya baş û rindî çê nabe Ji kesê zana re divêt heş û hişyarî Çira bê don şeva reş û tarî ronî be Veke çava binêr xoşewîsto hevalo Me çe tu car li dû tiştên ku tewş be Tiştên ku temen kurtî giran bar be Îro şêrîn be jî pêşe rojê wê tehl be S Mêrdînî 31.12.2021

BIRAYÊ MIN

Resim
BIRAYÊ MİN .... Biratî bi zanista, baş û dilpak. Rinde ji bo me kurdan birayê min. Ne gewherî ne mircanî  hêja ye.  Wek biratî ya kurdane birayê min. Bibext reşî neyarê gelê kurdî. Tu ji xelkê re bûye gorî birayê min. Vekin çavan li dora xwe binêre. Hemû millî bûne dewlet birayê min. Ji bo tu jî ji xwe re çêkî hêlînek. Xelaskî xwe j'bin destan birayê min. Heta kengê bin destî û koletî. Dimînî tim li dûr netew birayê min. Bi hêz û huner û çand û xebatê. Dibî şêrê herî poz bilind birayê min. S Mêrdînî 03.01.2019