DELALÊ.
DELALÊ
Nav delalê
Çav xezalê
Dem hevalê
Can li balê
Bo te har im
Serte gêj im
Tim dibêj im
Kahr xezalê
Bejn sipînge
Bêhna pûnge
Li ser sînge
Ez li balê
Sîng ji geştê
Bax bihuştê
Lêv niviştê
Ruh li balê
L'min bû şev
Li dû nekev
Ez li ber çav
Tim li balê
Ez helîya me
Ber pêla me
Ez b'xula me
Bejn û balê
Bê hedan im
Mal wêran im
Dil perwan im
Ennî bi deqê
Seyda Mêrdînî
24//01//2020
Yorumlar
Yorum Gönder