MÊRDÎNÊ!




MÊRDÎNÊ


Mêrdînê cîh bilinde

Dora wê tije gunde

Weke êşa evînê

Çiqas xweş û rinde


Mêrdînê çiqas xweşe

Li nêz wê çemê reşe

Geştyar lê dikin meşe

Wek xezalên çav reşe 


Mêrdînê xweş mêrdîne

Dilê min jê re heyrane

Dema ez wê nebînim

Dibim wek mal talane


Mêrdînê xweş şêrîne

Welehî weke evîne

Gava ez bi bîr nînim

Agir dikeve dil û vîne


Ew govenda li dare

Li ezman kesk û sore

Evîndar û dil dare

Ew mêrdîna kevnare


S Mêrdînî 21.11.2019

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL