ŞEVA REŞ DE.
ŞEVA REŞ DE.
Di tarî ya şeva reş de,
ez çir û finda bi geşim.
Laş tevde bûye agirpij,
ez bi carekê vêketim.
Min nema sebr û mecal,
ez bi derd û kulê welatim.
Evîn welat mixabin jiber,
bi hov û sîxora da ketim.
Ji ber teva bûme koçber, him penaber û mişextim.
Ey qirêj xayînên bêrûmet,
bo te em û ez bê taqetim.
Ger ku tu pirsê ji min bikî,
ez tim bi xewn û xeyalim.
Şev û roj ji bo te dinalim,
tim bi axîn û bi keserim.
Ez bilbil im li ser gulim
ji bo niştîman dixwînim.
Li welatê min kurdistan,
ji dost û yara dûr ketim.
Li gel dîlber tim dinalim,
ez zirav bûm wek hîlalim
Mil û baskê min şikestî,
dinalim ez bê çarim.
Di hêtûna eşqa derbasî,
min got qe ez dîlberim.
Talîya temenê xwe da,
bi qeyd û bê dewletim.
S Mêrdînî 11/01/2020
Yorumlar
Yorum Gönder